Di êrişa Îsraîlê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser hin baregehên artêşa hikumeta Şamê de 4 leşker hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
19 mijdar, 2022   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî, ragihand ku vê sibê saet derdora 6:30`an Îsraîlê di ser Deryaya Spî re ji aliyê bajarê Banyasê ve hin baregehên li beravên Sûriyê kirine hedef.

Ajansê ragihand ku pergala parastina hewayî bersiv daye moşekên "dijmin."

Hat ragihandin ku di encama êrişê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye û hin zirarên madî çêbûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku li parêzgeha Lazîqiyê û deverên li Hema û Humsê dengê teqînan hatiye, lê detayên din parve nekirin.

Di 13`ê Mijdarê de Îsraîlê baregeha El Şiêrat a li rojhilatê Humsê kiribû hedef û di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatibûn kuştin, 3 jî birîndar bûbûn.