​​​​​​​Rojnameyên erebî: Tetbîqatên Cezaîr-Rûsyayê pirsên nû derdixin holê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa tetbîqatên Cezaîr-Rûsyayê, rewşa Sûdanê û dosyaya hilbijartina serokê Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Tetbîqatên Cezaîr-Rûsyayê pirsên nû derdixin holê
18 mijdar, 2022   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

‘TETBÎQATÊN CEZAÎR-RÛSYAYÊ LI SER SÎNORÊ MEXRIBÊ YAN YÊN EWROPAYÊ NE?′

Li ser tatbîqatên Cezaîr-Rûsyayê rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Cezaîr bi rêya xurtkirina têkiliya xwe bi Rûsyayê re, bi taybet di aliyê leşkerî de hewl dide Mexribê aciz bike. Ji ber vê yekê Rûsya-Cezaîrê tetbîqatên leşkerî li herêma Beşar a li ser sînorê Mexribê pêk anîn. Ev yek dê bandorê li têkiliyên Cezaîrê yên bi Ewropa û DYA′yê re bike.

Çavdêran da zanîn ku nêrîna kêm a Cezaîrê dihêle gavên pêkanîna tetbîqatên leşkerî bi Rûsyayê re li nêzî Ewropayê pêk bîne.

Rûsyayê 100 leşker şandin Cezaîrê ku beşdarî tetbîqatan bibin. Ev yek piştî kêmî mehekê ji tetbîqatên deryayî yên her du welatan li beravên Cezaîrê, pêk hat."

‘LI SÛDANÊ DI NAVBERA MUXALEFET Û LEŞKERAN DE PARÇEBÛN HEYE’

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsand: "Hemwextî ragihandina hevalbendiya muxalefeta Sûdanî ya xebata siyasî ku desthilata leşkerî bi dawî dike, bi hezaran sûdaniyan berê xwe da cihê bûyera di 17′ê Mijdara 2021′ê de li Xertûmê çêbûye, lê vê carê parçe ne. Hin banga darizandina kesên bûyer pêk aniye, dikin û hin jî banga xebata siyasî dikin ku rêveçûna demokratîk vegerîne. Duh hevalbendiya muxalefetê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku wan lihevkirinek bi leşkeran re pêk aniye ku desthilata leşkerî bi dawî bibe û li gorî wê hikumeteke sivîl were avakirin.

Lê xwepêşandêr û komîteyên berxwedanê û partiya komunîst vê lihevkirinê wek rewakirina desthilata leşkerî wesif dikin û red dikin.”

′KRÎZA LUBNANÊ RUXMÎ HILBIJARTINAN JÎ NAGUHERE′

Girêdayî rojeva Lubnanê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Duh li Lubnanê piştî gera hilbijartinê ya duyemîn a ji ber valahiya cihê serokatiyê, civînek li parlamentoyê hat lidarxistin. Lê mîna civînên berê hîna welat girêdayî valahiya serokatî û windabûna siyasî ye.

Tu guhertinek di helwestên parlamenteran de, di navbera eniya dengdana Mîşêl Muewed û eniya “kaxizên spî” û “şewitandina dengan” de pêk nehat. Ew yek dubarekirina astengiya hilbiartina dewreya yekemîn û binketina mafan di dewreya duyemîn de pêk hatin da ku ajandeyên hin “hêzên 8′ê Adarê” rizgar bikin û bidestxistina mafan heta demeke din taloq bikin. Di heman demê de serokê Meclisa Nûneran Nebîh Berî, pêncşema bê wek roja gera heftemîn ji bo hilbijartina serokekî nû destnîşan kir.”

(fr)