Parêzerên iraqî dê belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî pêşkêşî parlamentoyê bikin

Parêzerê iraqî Hesen Selman bang kir ku divê binpêkirinên mafên mirovan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve werin lêpirsînin.

Parêzerên iraqî dê belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî pêşkêşî parlamentoyê bikin
18 mijdar, 2022   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnewsê, parêzer Hesen Selman diyar kir ku di encama êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî de gelek welatî bûn qurban.

Selman diyar kir ku desthilatên Iraqê ne amade ne ku Enqerê di aliyê navneteweyî de hesab bikin, sivîlan ji êrişên kîmyewî yên li dijî Herêma Kurdistanê biparêzin. Divê dewleta Tirk ji cezayê nefilite.

Selman eşkere kir ku parêzerên Iraqî xwe amade dikin ku belgeyên îsbatkirina bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî li hundirê Iraqê ji hêla dewleta Tirk ve, pêşkêşî parlamentoya Iraqê bikin.

(fr)