​​​​​​​Endamekî Partiya Demokrat a DYAʹyê: Derketina DYAʹyê ji Rojhilata Navîn ne gengaz e

Endamê Partiya Demokrat a Amerîka Dr. Mihdî Efîfî diyar kir ku dûr e ku guhertin di siyaseta DYAʹyê ya li hemberî Rojhilata Navîn de çêbibe û got: "Hizra derketina DYAʹyê û vekişîna wê ji Rojhilata Navîn ne di rojevê de ye."

​​​​​​​Endamekî Partiya Demokrat a DYAʹyê: Derketina DYAʹyê ji Rojhilata Navîn ne gengaz e
18 mijdar, 2022   05:05
QAHÎRE- MUHSIN EL MESRÎ

Hilbijartinên nîvê yên Kongreya Amerîkayê di rojeva hemû ajans û dezgehên ragihandinê yên cîhanê de ye. Ji ber ku ev hilbijartin wê bandorê li şêwazê rêveberiya heyî ya Amerîkayê û siberoja têkiliyên wê yên bi dewletên cîhanê re bike. Gelo encamên van hilbijartinan wê çi destnîşan bike?

Nakokiyên di navbera Partiya Demokratîk û Partiya Komarparêz de ne tenê rojeva dezgehên ragihandinê yên cîhanê ye, lê belê tevahî welatên rojavayî û cîhanê eleqedar dike. Ji ber ku hêz û bandora Kongreya Amerîkayê di sazkirina siyaseta Washington û stratejiyên wê yên cûda de heye.

Berovajî ku dihat texmînkirin, Partiya Demokrat karîbû piraniya xwe di Senatoya Amerîkayê de biparêze piştî ku hejmara demokratên ku di Senatoyê de hatine hilbijartin gihîşt 50 ji 100 kesan. Ev yek rê dide partiya Biden ku vê meclisê kontrol bike.

Li gorî medyayên DYAʹyê, derhqê Meclisa Nûneran de, Komarparêz zêdetir nêzîkî bidestxistina piraniyê ne, lê bi rêjeyek nazik.

Têkildarî mijarê, endamê Partiya Demokrat a  Amerîkayê Dr. Mihdî Efîfî ji ANHAʹyê re axivî.

AMERÎKA Û ROJHILATA NAVÎN

Têkildarî siyasetên DYAʹyê yên li Rojhilata Navîn Efîfî diyar kir ku hizra derketina Amerîka û vekişîna wê  ji Rojhilata Navîn bi tu awayî nayê nîqaşkirin û got: "Rewş hatiye guhertin û çek pir pêş ketine û êdî pêwîstî bi hebûna hêzên amerîkî li her derê nemaye. Lê mimkun e ku her leşkerekî amerîkî ji baregeha xwe ya leşkerî yên li hundirê Amerîkayê çavdêriya xurt li her cihekî cîhanê bike. Pêwîstiya hebûna leşkerên Amerîkayê li herêmên bi nakok tune ye."

Dr. Efîfî bal kişand ser siberoja têkiliyên rêveberiya Amerîkayê bi dewletên Rojhilata Navîn re, nemaze ligel hebûna nakokiyan bi dewletên mîna Erebistana Siûdî re û ev nirxandin kir: "Nêzîkatiyên Partiya Demokrat ji bo gelek mijarên li Rojhilata Navîn dê nakokiyan derbas bike. Ruxmî nakokiyên bi dewletên Kendavê re li ser destwerdana Îranê, lê têkiliyên Amerîka bi Rojhilata Navîn re wê baş bin.ʹʹ

Mihdî Efîfî diyar kir ku helwesta Amerîka ya li hemberî Îranê li gorî berjewendiyên Kendavê ne, lê hin rêveber û sîstem vê yekê nizanin û wiha pê de çû: "Ji bo Washington hêsan e ku derbeyan li Îranê bixe. Lê derbeyên Îranê naghêje DYAʹyê û dê berjewendiyên DYAʹyê yên li Rojhilata Navîn bike hedef. Ev berjewendî jî bi piranî li dewletên Kendavê ne, yanî wê dewletên Kendavê ketober di hedefa topbarana Îranê de be, Washingtonê vê yekê naxwaze."

NÊZÎKBÛNA EREBAN A BI ÇÎN Û RÛSYAYÊ RE

Li ser mijara nêzîkbûna hin dewletên Ereban bi Çînê û Rûsyayê re Efîfî got: "Çiqasî Çînê tiştan pêşkêşî dewletên Ereban bike, naghêje asta ku DYAʹyê pêşkêşî wan dike. Ji wê zêdetir gelek pêşesazî li Çînê hene ku finansekirina wan amerîkî yan ewropî ne. Her wiha piraniya hilbirîna Çînê an ku ji sedî 35 ji DYAʹyê re diçin. Heger Amerîkayê Çînê boykut bike wê aboriya Çînê hilweşe. Amerîka dizane ku cîhan hatiye guhertin û nêzbûna tu dewletekê bi Çînê re qedexe nake. Heger Amerîka tevkariya bi Çînê re diparêze ev ji bo mijarên ewlehî ye, ne aborî ye. Têkildarî Rûsyayê jî, rewş cuda ye. Rûsya ne mîna Yekitiya Sovet e, lê bi gelekî jê lawaztir e, îsbata vê yekê şerê li Ukraynayê ye ku hêzên Rûsyaya difikirî ku dê nava 4 rojan de Ukraynayê dagir bike, tevî ku derdoa 300 rojî derbas bûne, lê hîna hêzên Rûsyayê nekarin pêşde biçin."

BIDAWÎBÛNA XEYALÊN TRUMP

Têkildarî encamên van hilbijartinan li hundirê Amerîkayê jî Efîfî da zanîn ku encamên hilbijartinan hêviyên serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump ku careke din vegere Koşka Spî têk bir.

Dr. Mihdî Efîfî got: " Endamên hilbijartinên navîn dê guhertinekê di dosyaya piştevaniya bi Trump re di hundirê Partiya Komarparêz de çêbike, nemaze ku ev partî êdî dizane nakokiyên ku Trump derxistine nakokiyên kesayetî ne û ne ji bo berjewendiyên DYAʹyê ne, her wiha hin rêveberên Partiya Komarparêz hene êdî xwe ji bo hilbijartinên bê amade dike.

Girêdayî civîna ku Trump li dar xistibû ku tê de namzediya xwe ji bo hilbijartinên bê ragihand Efîfî got: "Wekî her car Trump rastiyan derew derdixîne û îtîrafê bi rastiyan nake, gihişt asta ku hilbijartinan sexte nîşan dide. Beriya niha Partiya Komarparêz bi sextekirina hilbijartinên serokatiyê sûdar kir. Partiya Komarpaêrz êdî li pêvajoya piştî Trump dinêre. Turmp ewqas tevliheviyê derdixîne da ku xwe biparêze, ji ber ku dê rastî lêpirsînê were, nemaze ku ew serokê yekane ye ku baceyên xwe yên jê dayîna wan dereviya, eşkere nekir."

Li gorî Efîfî "Partiya Komarparêz tê gihişt ku divê ji Trump dûr bikeve û berê xwe daye serokên din ên ku beşdarî hilbijartinên 2024ʹan bibin, wek waliyê Florida de Santes, cîgirê serokê berê Mike Pence, ku berê Trump tawanbar kir ku heqaret li DYAʹʹê kiriye, her wiha dema ku li Koşka Spî bû pirtûkek li ser teşhîrkirina kiryarên wî derxist."

PÊŞEROJA BIDEN

Endamê Partiya Demokrat a Amerîka Dr. Mihdî Efîfî bal kişand ser plana Partiya Demokrat a ji bo hilbijartinên 2024ʹan û wiha got: "Partî naxwaze Biden careke din bibe namzet, ji ber tku temenê wî mezin e. Her wiha cîgira wî Kamala Harris tercîh nake ji ber ku giraniya wê di nava gel de ne mezin e. Ji wê zêdetir DYAʹyê ne amade ye ku jineke ne spî niha bibe serok. Ya herî guncaw ji bo demokratan ew e ku di hilbijartinên 2024ʹan de li alternatîfa Biden bigire, nemaze ku yên jêhatî di Partiya Demokrat de hene. Biden bi xwe biryar nedaye ku dê bibe namzet yan na û mijar wisa hiştiye. Ev tiştekî baş e, nexasim ku hîn gelek dem ji bo diyarkirina namzetê demokrat di hilbijartinên serokatiyê de maye. Ez hêvî dikim ku Biden careke din nebe namzet."

Efîfî anî ziman ku hebûna demokratan di Senatoyê de ji bo siyasetên derve gelekî girîng e û got, bi guhertina partiya serdest an jî serok siyaseta derve nayê guhertin.

Efîfî bi domdarî got: "Pirsgirêk di dema Trump de hebûn. Pir kesan difikirin ku tiştên serokê berê dikir, normal e, lê pêvajoya Trump ji bo cîhanê û Amerîka û Partiya Komarê bi xwe ne normal bû. Di dema hilbijartinan de bala welatiyên Amerîkayê her tim li aborî  û nêzîkatiyên serok in. Lê wê demê rewş cuda bû, amerîkiyan xetereya li ser demokrasiya amerîkayê hîs kir. Ji ber vê yekê giraniya herî mezin li ser parastina demokrasiyê ji metirsiyên Turmp bû, gihişt asta ku hemû namzetên ku piştgirî dan Trump di hilbijartinan de bi bin ketin."

HEWLDANA EREBISTANA SIÛDÎ YA DESTWERDANA LI HILBIJARTINAN

Di hin raporan de behsa rola Erebistana Siûdî ya piştevaniya bi Komarparêzan de û hewldana bandorkirina hilbijartinan bi rêya kêmkirina hilbirîna petrolê da ku nirxê wê zêde bib.  Efîfî diyar kir ku Erebistana Siûdî ev rapor red kirin û hikumeta Erebistana Siûdî nikare têkiliyên xwe yên zêdetirî 70 salî bi DYAʹyê re xirab bike.

Efîfî got: "Ev mijar endamên Kongreya Amerîkayê bi hêrs kir, ji ber wê xwestin ku Erebistana Siûdî were cezakirin. Lê serok Biden li ser vê mijarê tiştek negot, nemaze ku gelek dosyayên vekirî di navbera Riyad û Washingtonê de hene. Tevî ku nakokî hene, lê têkiliyên her du aliyan hîna baş in."

Endamê Partiya Demokrat a Amerîka Dr. Mihdî Efîfî îşaret pê kir ku têkiliyên DYA-Erebistana Siûdî ji dosyaya petrolê mezintir in, dosyaya ewlehiyê esasê têkiliyên herdu dewletan e, nemaze ku hemû leşkerên siûdî li DYAʹyê tên perwerdekirin.

ANHA