Roja 7'an a Mîhrîcana Rojava bi dawî bû

Roja 7`an a Heştemîn Mîhrîcana Rojava bi pêşandana 3 fîlman li navenda HRRK`ê bi dawî bû. 

Roja 7'an a Mîhrîcana Rojava bi dawî bû
17 mijdar, 2022   19:24
QAMIŞLO

Heştemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li hola Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayî Kurdistanê (HRRK) a li taxa Siyahî ya Qamişlo dest pê kir. Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Luqman Ehmê, bi dehan nivîskar, mamoste, saziyên çandî, helbestvan, rewşenbîr û nûnerên Akademiya Îslama Demokratîk beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2022/11/17/181608_1.webp

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Semîra Hac Elî û hevserokê Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Mustefa Ferhan û hevserokê nivîsgehên lêkolînên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Behcet Lawend semînereke berferh li ser " Metaryalên perwerdeyê yên Rojava" da.

Di semînerê de behsa rastiya perwerde, asta wê û pêşketinên wê piştî çirûska şoreşa Rojava dest pê kir, pêşketinên wê di van salan de, kêmasiyên ku derdikevin hat kirin û li ser çareseriya wan kêmasiyan nîqaş hat kirin.

Helbestvan Îbrahîm Cangîr, Can Îbrahîm, Ebdurehmen Silo, Xembar Gul, Mihemed Cûma, Narîn Metînî û Yusif Hacî (Ebû Ceger) helbestên bi zimanê kurdî pêşandam.

Roja 7'an a mîhrîcanê bi pêşandana 3 fîlman bi dawî bû ku li bajarê Mehbad ê Rojhilatê Kurdistanê hatine kişandin û behsa jiyana asayî li wê derê dike. Her wiha dirêjahiya her fîlmekî 3 heta 5 deqeyan e.

(dm)

ANHA