Hevserokatiya Odeya Bazirganiyê ya Minbicê hate hilbijartin

Odeya Bazirganiyê ya Minbicê bi rêya erêkirina li ser rêziknameyê û hilbijartina hevserokatî ji nû ve sazûmaniya xwe çêkir.

Hevserokatiya Odeya Bazirganiyê ya Minbicê hate hilbijartin
Hevserokatiya Odeya Bazirganiyê ya Minbicê hate hilbijartin
Hevserokatiya Odeya Bazirganiyê ya Minbicê hate hilbijartin
Hevserokatiya Odeya Bazirganiyê ya Minbicê hate hilbijartin
Hevserokatiya Odeya Bazirganiyê ya Minbicê hate hilbijartin
Hevserokatiya Odeya Bazirganiyê ya Minbicê hate hilbijartin
Hevserokatiya Odeya Bazirganiyê ya Minbicê hate hilbijartin
17 mijdar, 2022   15:27
MINBIC

Bi organîzekirina Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekitiya Odeya Bazirganiyê ya Minbicê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist. Konferansa bi diruşma "Bi pêşketina me ya bazirganî em bazirganiyeke aştiyane ji bo pêşdeûna aboriya civakî ava bikin", li hola navenda çand û hunerê ya bajêr hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2022/11/17/143330_ghryb-hsw.webp

Di konferansê de 152 bazirganên Minbicê, hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso, hevserokên yekitiyên odeya bazirganî li kantona Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên ji saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Di konferansê de Xerîb Hiso behsa girîngiya aboriya komînal û civakî û girîngiya odeya bazirganiyê ji bo dîsplînkirina sûkan û destekdayîna civakan di merhleyên krîzan de kir.

Hiso bal kişand ser rola ku yekitiyên pîşeyî û aborî dikarin bilîzin û li hember hemû siyasetên aboriya navneteweyî bisekinin û got: "Birêxistinkirina civakê li gorî aboriya komînal dikare li hember kapîtalîzmê bisekine û hegemoniya wê li ser cîhanê bişikîne."

Hevserokê odeyê Hena Derde rapora salane ya Odeya Bazirganî ya Minbicê xwend û tê de behsa aliyê rêxistin û astengiyan, çawaniya çareserkirina astengiyan kir.

Piştî nîqaşên beşdaran, reşnivîsa rêziknameya odeya bazirganiyê ya Minibicê amadekirî hate erêkirin.

Di dawiya konferansê de Kenan Mûsa û Hena Derde bûn hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Minbicê.

Konferas bi sondxwarina hevserokên hilbijartî bi dawî bû.

(fr)

ANHA