Li Şehbayê xwepêşandana bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî"

Bi diruşma ""Li dijî tevahî cureyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî, Jin, Jiyan, Azadî" Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinan li dar xist.

Li Şehbayê xwepêşandana bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Şehbayê xwepêşandana bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Şehbayê xwepêşandana bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Şehbayê xwepêşandana bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Şehbayê xwepêşandana bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Şehbayê xwepêşandana bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Şehbayê xwepêşandana bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Şehbayê xwepêşandana bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Şehbayê xwepêşandana bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî"
17 mijdar, 2022   15:50
ŞEHBA

Bi nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li dijî cureyên tundiya li dijî jinan xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêr li ser rêya di navbera Fafîn û bajarokê Babinis a Şehbayê de kom bûn û pankartên "Li dijî dewlet û mêr, Jin, Jiyan, Azadî", "Na ji qetilkiirna jinan re, jin jiyan e" û wêneyên rêber Ocalan hildan.

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina tundiya li dijî wan dest pê kir.

/ar/uploads/files/2022/11/17/151333_zynb-mamw.webp

Xwepêşandan li Yarîgeha Babinis veguherî mîtîngê. Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Zeyneb Mamo axivî û wiha got: "25′ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jınan a Cîhanê ye. Jin di civakê de pêşeng bû, hezkirin û henûnû li hemû cîhanê belav kir, lê îro wek kel û pelekê li ser kanalên televîzyonan tê firton."

Zeyneb wiha domand: "Armanca komploya li dijî jinê ew e ku wê ji cewerê wê bi dûr bixin û bikin koleyê zihniyeta baviksalarî û xwestên mêr têr bikin. Siyasetên li dijî wê jî înkarkirina rola wê ye."

Zeyneb wiha dawî li gotina xwe anî: "Ew endamên Yekitiya Jinên Ciwan xwe dispêrin fikir û felsefeya rêber Ocalan a ji bo azadiya jin û hewl didin vê fikrê di nava hemû civakên li cîhanê de belav bikin. Da ku jin azadiya xwe bi dest bixin."

Piştî wê, koma Jinên Ciwan a şanoyê şanoyek li ser qelsbûna rola jinan bi destê zihniyeta baviksalarî pêşan da.

Xwepêşandan bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′  bi dawî bû.

(fr)

ANHA