​​​​​​​Heştemîn Mîhrîcana Rojava di roja 6’ê de didome

Heştemîn Mîhrîcana Rojava bi çalakiyên wêjeyî û rewşenbîrî di roja 6’ê de li Qamişlo didome.

​​​​​​​Heştemîn Mîhrîcana Rojava di roja 6’ê de didome
16 mijdar, 2022   19:10
QAMIŞLO

Heştemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya Qamişlo di 11’ê Mijdarê de dest pê kir, ku tê de gelek rewşenbîr, wêjevan û helbestvan beşdar bûn û gelek çalakiyên rewşenbîrî û wêjeyî hatin lidarxistin.

Tê payîn ku mîhrîcan heta 20’ê Mijdarê bidome.

/ar/uploads/files/2022/11/16/180922_5.webp

Îro kesayetên siyasî, wêjeyî û rewşenbîrî û nûnerên Akademiya Îslama Demokratîk beşdar bûn û panelek bi navê “Rastiya şanoya Kurdî di bin sîwana Rêveberiya Xweser de” hate pêşandan.

Panel ji aliyê mamosteyên şanoya Kurdî Ebdurehman Îbrahîm, Fewaz Mehmûd û Mihemed Eşref hat birêvebirin ku tê de rastiya şanoya Kurdî berî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û piştî wê û zehmetiyên ku şanoger berî şoreşê dikişandin, hatin vegotin.

Piştre şevbuhêrkeke helbestên Kurdî û Erebî ji aliyê Îbrahîm Silêman, Îdrîs Hec Tahir, Cemîl Dahir, Hesen (Ebû Raman), Deham Şihab, Telal El Şêx, Ebdulselam Ehmed û Xandî Cewherî ve hat lidarxistin

Roja 6’ê ya mîhrîcanê bi şanoyekê bi navnîşan “Komeleya Wêjeyî” ji derhêneriya Ebid El Cabir Hebîb û şanogeriya koma Dibistana Şanoyê bi dawî bû.

(mh)

ANHA