Iraq lijneyek ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ava kir

Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîlayên azadiyê lijneyek taybet ava kir û wê lijne biçe cihên operasyonê û belgeyan kom bike.

Iraq lijneyek ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ava kir
16 mijdar, 2022   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salihî li ser mijarê ji medya Iraqê re axivî û got: “Li Parlamentoya Iraqê mijara bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a li ser xaka herêmê kete rojevê û lijnek taybet ji bo lêkolînkirina vê mijarê hate avakirin. Wê lijne biçe herêma operasyonê û belgeyên temam kom bike, da ku rastî yan jî nerastiya vê mijarê were zelal kirin.”

Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salihî ragihand ku wê nûnerên Wezareta Parastinê, Komîsyona Asayîş û Parastinê ya Parlamantoya Iraqê û Wezareta Derve di nava lijneyê de bin û got: “Armanca lijneyê komkirina belgeyên temam ên li ser mijarê ye. Da ku bikare li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) gilî bike.”