Siyasetmedaran banga xurtkirina pergala parastinê li hember dagirkeriya Tirk kir

Endamên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelê herêmê kir ku pergala parastinê xurt bikin û li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirkr bisekinin.

Siyasetmedaran banga xurtkirina pergala parastinê li hember dagirkeriya Tirk kir
16 mijdar, 2022   23:38
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û dixwaze herêmê dagirker bike û projeya wê ya demokratîk têk bibe.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsrar dikin ku li ber xwe bidin da ku projeya neteweya demokratîk bi ser bixin.

/kr/uploads/files/2022/11/16/193044_-.webp

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Hesekê Samir Gebro êrişên dewleta Tirk bi gelek armancan ve girêda û got: "Dewleta Tirk asta êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir da ku aloziyên xwe yên hundirîn derbasî dewletên cîran bike. "

Samir Gebro diyar kir ku armanca Erdogan ew e ku dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike û beriya hilbijartinan raya giştî ya Tirkiyê qezenc bike.

Gebro wiha domand: “Em bi gelê xwe yê ku gelek fedakarî kiriye, bawer in ku dê berxwedana xwe berdewam bike heta ku neteweya demokratîk bi ser bixîne.”

/kr/uploads/files/2022/11/16/193124_-.webp

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Hesekê Samir Gebro bang li pêkhateyên herêmê kir ku piştgiriya hêzên leşkerî bikin ku li hember êrişên dewleta Tirk disekinin.

Endamê Partiya Muhafezkeran a Demokratîk Mihemed El Birak da zanîn ku bêdengiya hêzên navneteweyî, dewleta Tirk teşwîq dike ku sûcan li dijî gelên herêmên bidomîne.

El Birak diyar kir ku dewleta Tirk tevahî çekên giran û nûjen bi kar tîne da ku projeya demokratîk û destkeftiyên ku bi saya ciwanên herêmê bi dest xistine, têk bibe. Her wiha got: “Dewleta Tirk belê sivîl, leşker, mezin û biçûkan dike hedef û hêzên garantor bê deng in.ʹʹ

El Birak destnîşan kir ku bersiva guncaw a li ku herêmê êrişên dewleta Tirk ew e ku pêkhateyên herêmê xwe li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û li kêlka hêzên leşkerî bisekine û destekdayîna wan bikin. Her wiha asta berxwedana li hember dagirkeriya Tirk xurt bikin.

(dm)