Li Girkê Legê şevbuhêrk

Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlan bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legê şevbuhêrkek hate lidarxistin.

Li Girkê Legê şevbuhêrk
16 mijdar, 2022   17:31
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê, şevbuhêrkek li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo li dar xist. Bi dehan şêniyên Girkê Legê beşdarî wê bûn.

Di şevbuhêrkê de koma Serhildan stranên nîştimanî pêşandan. Her wiha gelek helbestvanên ji Girkê Legê helbestên xwe gotin.

Di dawiya şevbuhêrkê de beşdaran xelekên govendê gerandin.

ANHA