Bi sedan kesî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê xwepêşandanek girseyî li dar xist, tê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir û tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir.

Bi sedan kesî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
16 mijdar, 2022   12:54
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî xwepêşandanê bûn.

Şênî li qada Agirkujiyê ya li naverasta bajêr kom bûn û ber bi Çerxerêya El Neîm ve meşiyan. Di xwepêşandanê de bi dirûşman banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hat kirin û pankartên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" hatin bilindkirin.

Li Çerxerêya El Neîm xwepêşandan veguherî mitîngê. Li wir endamê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Elî Hesûn wiha got: "Em soz û wefedariya xwe ji rêberê xwe re nû dikin. Ew rêber di dilê me de bi fikrên xwe azad e. Rêber Ocalan îlham da hemû azadîxwaz û şoreşgerên cîhanê."

El Hesûn wiha domand: "Zêdetirî 23 sal di ser dîlgirtina rêberê me re derbas bûn, lê belê têkoşîna wî dewam dike. Pêkanîna wekhevî û azadiya jinê jî li gorî fikrê rêbertî pêk tê."

Li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya Sewsen El Xelef jî wiha axivî: "Em tecrîda girankirî ya li djî rêber Ocalan û komploya navneteweyî ya di şexsê wî de li dijî gelên Rojhilata Navîn şermezar dikin."

Sewsen El Xelef diyar kir ku tevgera bi rêbertiya Ocalan xeteek şoreşgerî ya li dijî alîgirî, serîdanînê ava kir, ku ev xet hîna li ser çiyayên Kurdistanê û girtîgehan dewam dike û got: "Ev xet hêza xwe ji berxwedana bêhempa ya Îmraliyê digire."

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA