Li Dêrazorê semînerên li ser roja 25′ê Mijdarê

Ji rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li rojhilatê Dêrazorê û komîteya Jinan a bakurê Dêrazorê du semînerên danasîna 25′ê Mijdarê dan.

Li Dêrazorê semînerên li ser roja 25′ê Mijdarê
Li Dêrazorê semînerên li ser roja 25′ê Mijdarê
Li Dêrazorê semînerên li ser roja 25′ê Mijdarê
Li Dêrazorê semînerên li ser roja 25′ê Mijdarê
Li Dêrazorê semînerên li ser roja 25′ê Mijdarê
16 mijdar, 2022   13:10
DÊRAZOR

Di semîneran de endamên komîteyên jinan, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûiya, nûnerên ji saziyên sivîl, meclisên herêmê yên rojhilatê Dêrazorê amade bûn. endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Henadî El Ehmed bixêrhatina hemû beşdaran kir û wiha got: "Bêyî hebûna jinê ne pêkan e civak azad bibe, ji ber jin hêmana bingehîna di her cih û demê de ye."

Hevserokê Meclisa Sivîl a rojhilatê Dêrazorê Zehre El Milhim jî da zanîn ku ne tenê sûcên tundiya li dijî jinan li Dêrazorê hene, lê belê li piran welatên cîhanê hene; li ser destê rejîma Îranê Jîna Emînî hate qetilkirin li ser destê dagirkeriya Tirk jî çalakger û siyasetmedar li Bakurê Kurdistanê tên girtin. Li pey van sûcan rejîmên siyasî hene ku hewl didin vîna jinan bişikînin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya li rojhilatê Dêrazorê Muna El Uwêd vîna rasteqîn a jinan pîroz kir û got li gel jinan kilîtên hêzê û zanabûna xwerêvebirinê û rêvebirina civakê heye.

Semîner bi soza bilindkirina têkoşînê, zêdekirina hemle û semînerên ku civakê zana dikin, vekirina nivîsgehên taybet bi belavkirina pirtûkên li ser çawaniya sekna li hember tundiyê bi dawî bû.

Girêdayî mijarê, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya li Sorê yê bakurê Dêrazorê semînerek der barê 25′ê Mijdarê li dar xist.

Di semînerê de şêniyên bajarokê, rûsiyên eşîran, endamên komînan û nûnerên ji meclisên herêmê û saziyên sivîl amade bûn.

Dûre li ser navê Komîteya Jinan, Kombûna Jinên Zenûbiya, Meclisa Sivîl a bakurê Dêrazorê axaftinê hatin kirin, di axaftinan de girîngî bi xurtkirina jinan di tevahî aliyan de û bilindkirina têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî  hate kirin.

(fr)

ANHA