​​​​​​​Li kampa Holê termên 2 zarokan hatin dîtin

Hêzên ewlekariyê termên 2 zarokên keçîn li ‘Beşa Muhacirat’ a jinên DAIŞ'î ya li kampa Holê dîtin.

​​​​​​​Li kampa Holê termên 2 zarokan hatin dîtin
15 mijdar, 2022   11:09
HESEKÊ

Çavkaniyên ji kampa Holê diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên berpirsyarên parastina kampê, termên 2 zarokên keçîn ku hatibûn serjêkirin, dîtine.

Li gorî heman çavkaniyan, her du term di "Beşa Muhacirat" a jinên DAIŞ'ê de hatine dîtin.

Hate zanîn ku temenên kuştiyan 11 û 15 e û ew bi eslê xwe ji Misirê ne, lê agahiyên din ên nasnameyên wan nehatine zanîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de hîna daxuyanî nedane.

ANHA