Jinên ji herêma Cizîrê: Gerîla hêviya me ye, em bi wan re ne

Jin û dayikên şehîd û gerîlayan ên ji herêma Cizîrê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla şermezar kirin û gotin: "PDK`ê destê xist vê komkujiyê, ew hevkarê mezin e. Gerîla rûmeta cîhan û mirovahiyê diparêze. Divê her kes li dijî van sûcan rabe ser piyan."

Jinên ji herêma Cizîrê: Gerîla hêviya me ye, em bi wan re ne
14 mijdar, 2022   23:38
QAMIŞLO-DELÎLA GABAR

Dayikên herêma Cizîrê yên ku tev li xwepêşandana girseyî ya li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin bûbûn, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2022/11/14/184202_xerme-el.webp

Dayika şehîd Hêvîdar ya ji navçeya Tirbespiyê Xerme Elî: Êdî bes e ji bo dewleta Tirk a faşîst re ku zarokên me bi çekên kîmyewî qir bike. Li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê divê her kes, rabie ser piyan. Îro roja gelan e, roja parastina hebûnê ye. Heta dilopeke xwîn di laşê me de hebe em ê li ser piyan bin, piştgiriya hêzê gerîla bikin û berwedanê geş bikin.

/kr/uploads/files/2022/11/14/184145_snem-hemze.webp

Dayika şehîd Mezlûm, Sînem Hemze ji Dêrikê ye: Destpêkê ez Serok Apo silav dikim. Gerîla mirovahiyê ji qirkirinên bi destê Erdogan diparêze. Em ê heta dawî piştgiriya zarokên xwe bikin û wê li ser destê berxwedana gelan û gerîla, dawiya Erdogan jî mîna ya Nemrûd be. Serkeftin ji bo xeta şehîdan û felsefeya Serok Apo.

/kr/uploads/files/2022/11/14/184048_chan-abed.webp

Hevseroka Meclisa PYD’ê ya navçeya Dirbêsiyê Cîhan Ebdî: Em ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê herikîne qada rûmet û berxwedanê da ku dengê xwe digihînin cîhanê ku em piştgiriya gerîla dikin û dewleta Tirk şermezar dikin. Divê cîhan tev bizanibe ku gerîla gel e û gel gerîla ye. Gerîla zarokên vî gelî ne û em sûcan li dijî wan qebûl nakin. Gerîla hêviya me ye, em bi we re ne.

/kr/uploads/files/2022/11/14/184110_cnar-ysiv.webp

Dayika şehîd Bahoz Jînda, Çinar Yûsif ji navçeya Til Temir: Gerîla namûs û rûmeta cîhan û mirovahiyê diparêze. Em dewleta Tirk şermezar dikin ku bi çekên kîmyewî êrişî qadên gerîla dike. Em bêdengiya cîhanê ya li hemberî van sûcan şermezar dikin. Yên bêdeng dibin hevkarên kiryarên dewleta Tirk. PDK jî hevkarê mezin ê dewleta Tirk e. PDKʹê dest danî ser maskên ku ji bo gerîla re hatibû şandin û destê xwe xist vê komkujiyê. Ji ber wê kujer û qirker ê herî mezin PDK ye. Em weke dayikên şehîdan şopedar û piştvanên gerîla ne.

/kr/uploads/files/2022/11/14/184127_meryem-omer.webp

Meryem Omer dayik gerîlayekî ye ji Qamişloyê ye: Ez berxwedêr û gerîlayên li serê çiya silav dikim. Ez berxwedana wan ya li hemberî tank, top û çekên kîmyewî yên dewleta Tirk silav dikim. Banga li rêxistinên mafên mirovan dikim ku çavê xwe vekin û bêdengiya xwe bişkîne. Weke dayikên gerîla, em ê çekan hilgirin û li her derê li ber xwe bidin.

ANHA