​​​​​​​Koçberî; bazirganiya mirovan û îstismarkirina dewletên Ewropayê

Di nava nakokiyên mezin ên cîhanê de wekî şer, parçebûna navneteweyî û krîza avhewayê, dosyaya koçberiyê jî di rojevê de ye û xetereya wê zêdetir dibe. Ji ber ku êdî hejmara penaberan li seranserî cîhanê digihêje rêjeyeke awarte, bi taybetî jî yên Sûriyê.

​​​​​​​Koçberî; bazirganiya mirovan û îstismarkirina dewletên Ewropayê
15 mijdar, 2022   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛDÎ ÎSMAYÎL

Îsal li cîhanê pêleke nû ya koçberiyê hebû, tê de bi hezaran kesî jiyana xwe di rêyên bejahî û deryayî ji dest da. Ev jî tevî lêçûnên wê yên giran û çavbirçîtiya bazirganên mirovan tê kirin.

Li gor amarên dawîn, ji destpêka salê heta Cotmeha borî, Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî mirin an jî windabûna hezar û 522 penaberan li Deryaya Spî tomar kiriye. Hejmara penaberên ku ji sala 2014'an ve mirine yan jî winda bûne, gihaştiye 24 hezar û 871’an. Tê texmînkirin ku hejmara rastîn zêdetir e.

Ev amar hemwextî şerên tund ên herêmî û qeyranên aborî û bihabûnê ye. Komseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di raporekê de ragihand ku şerê Ukraynayê û şerên din, hejmara mirovên ku ji şer, tundî, binpêkirinên mafên mirovan û çewisandinê reviyane, ji bo cara yekem gihandiye 100 milyonî.

Tevî vê yekê jî rêxistin pêşbîn dike ku di 30 salên pêş de koçberiya bi milyonan mirovan ji ber rewşa avhewayê çêbe anku 1.5 milyar mirov dê welatê xwe heta hetayê biterikînin, ji ber ku ew ê ji bo jiyanê ne guncaw be û di nava 30 salan de koçî welatên din bikin. Ev senaryoyeke biêş e ku ji ber bandorên guherîna avhewayê pêk bê.

Hewldanên koçberbûnê herî zêde bi keştiyên ku tijî mirov in, pêk tên. Wekî botên lastîk an kelekên ku bi awayekî nebaş hatine çêkirin. Ew ji hêla komên sûcdar û qaçaxçiyên mirovan ve tên ajotin. Ev jî dihêle ku rêwîtî tijî xetere be û rêjeya gihaştinê hindik be.

Di 3'yê Cotmehê de li beravên Cezaîrê, keştiyeke penaberan li nêzîkî bajarê Wehranê binav bû û di encamê de 18 kesên di wê keştiyê de ku piraniya wan ji Sûriyê bûn, mirin. 9 ji wan jî ji kantona Kobanê ne.

Di Îlona borî de jî li beravên Sûriyê zêdetirî 90 kesî di karesata binavbûna keştiya ku ji Lubnanê bi rê ketibû û penaber tê de bûn, jiyana xwe ji dest dabû. Vê karesatê di raya giştî de deng veda û bi navê "keştiya mirinê" hat naskirin.

Di 12'ê Cotmeha borî de, hêzên ewlehiyê yên Lîbyayê jî koçberên ji serma qerisîne dîtin, piştî ku qaçaxçiyan ew xistin hundirê sarinceke kamyonê da ku wan ji polîsan veşêrin. Ev jî dema veguhestina wan bo beravên rojavayê Lîbyayê pêk hat, berî ku bikevin deryayê da ku bi awayekî neqanûnî rêwîtiya koçberiyê ber bi Ewropayê ve dest pê bikin.

Qetilkirina penabearn li Lîbyayê dubare dibe. Ya herî dawî jî 15 penaber rewa li beravên bajarê Sibrata yê li rojavayê Lîbyayê, keleka ku lê siwar bûbûn ,ji aliyê qaçaxçiyan ve hate gulebarankirin berî ku cenazeyên wan bişewitînin. Ev bûyer rastî şermezarkirin û bangên berfireh hat ku sûcdar bên dadgehkirin, her wiha li hember diyardeya bazirganiya mirovan a li Lîbyayê, hewlên zêdetir bên kirin.

Li ser sînorê Yewnanistan-Tirkiyê jî nêzî 100 mêrên ku bê cil hatibûn hiştin, hatin dîtin. Yewnanistanê, Tirkiye sûcdar kir û got "reftara wê rûreşiya şaristaniyê” ye. Her wiha got Enqere ev penaber mecbûr kirine ku xwe tazî bikin berî ku wan dersînor bike.

ÎSTÎSMARA DEWLETA TIRK TÊKILDARÎ DOSYAYA PENABERAN

Dewleta Tirk a dagirker li gorî berjewendiyên xwe yên hundir û derve, dosyaya koçberiyê û penaberan bi kar tîne. Ev yek jî derketina vê dosyayê di qonaxa niha de diyar dike, nemaze ku Tirkiye ber bi lidarxistina hilbijartinên navxweyî ve diçe û ji ber aloziyên wê yên bi dewletên Yekitiya Ewropayê re li rojhilatê deryaya spî.

Têkildarî mijarê, rojnamevanê ji Sûriyê Mistefa Ebdî wiha got: "Ji destpêka şerê Sûriyê ve, dewleta Tirk amade bû û propagandaya koçberiyê dikir, koçberkirina sûriyan ber bi sînorên xwe ve û di nav axa xwe de hêsan dikir. Ev yek jî ji bo rêvekirina li ber îstismarkirina wan ji çend aliyan ve; Sûdgirtina ji tecrubeyên sûriyan, bijîşk, endezyar, mamoste, xwediyên kargeh û pîşekaran. Her wiha bikaranîna wan wek karteke gefxwarinê li dijî Yekitiya Ewropayê û civata navneteweyî. Di heman demê de sûdwergirtina ji wan di warê madî de, bi rêya daxwaza pereyan ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û dewletên din ên ku dixwazin piştgiriya sûriyan bikin."

Ebdî wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk penaberên sûrî ji bo pêkanîna armancên xwe yên xirab ên li Sûriyê, bi kar anî. Li wir nesekinî, lê belê dest bi çekkirina penaberan kir û ew wek çete şandin Lîbya û Azerbaycanê. Îro jî van armancan didomîne û wan weke kartekê ji bo parçekirina Sûriyê û dagirkirina bakurê wê, bi rêya ku jê re dibêjin "herêma ewle" bi kar tîne. Gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên Rêveberiya Xweser, topbarana rojane û êrişên domdar bi awayekî mezin bûn sedema koçberiyê.  Ji ber ku ew hewl dide herêmê ji niştecihên wê vala bike û li şûna wan kesên din ên girêdayî wê bi cih bike."

YÊN HEWL DAN DI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ RE DERKEVIN, ÇI HATE SERÊ WAN?

Herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de veguherîne navendên talan û diziyê. Êi wan deveran qaçaxên microvan, propagandaya koçberiyê di nava şêniyên herêmê de tê kirin. Piştre çete wan kesan digirin û li hember serbestberdana wan fidyeyê dixwazin an jî wekî ajan wan li herêmê bi kar tînin.

Ebdulezîz El Elî ji gundê Til Hemam ê girêdayî herêma Çiyayê Kezwana yê gundewarê Hesekê ye. Di Adara borî de bi rêya qaçaxekî ji bo çûyîna Ewropayê berê xwe dabû herêma Serêkaniyê ya dagirkirî. Dema ku hewl da derbas bibe, hat revandin. Ebdulezîz demeke berê ji ajansa me re gotibû: "Mih hewl da bi rêya qaçaxiyê derbasî Tirkiyê bibim. Dema ku di ser rêya M4 re derbas dibûm, kesê bi navê Ebû Yezen El Meşhedanî ku serçeteyê Firqeya El Hemzat e kemîn ji me re danî. Em revandin, pereyên bi me re ku 2 milyon û 300 hezar lîreyên Sûriyê bûn, desteser kirin."

Ebdulezîz El Elî diyar kir ku piştî nêzî 6 mehan hat girtin, 3 hezar û 500 doldar (nêzî 18 milyon lîreyên Sûriyê) da heta ku serbest hat berdan.

Li Sûriyê û welatên cîran şebekeyên qaçaxiyê hene. Lê belê Tirkiye di wê yekê de li pêş e, ji ber xala sereke ya derbasbûna welatên Yekitiya Ewropayê ye. Li gorî Ebdî, li Tirkiyê hîna jî şebekeyên bazirganiya mirovan bi agahî û koordîneya bi saziyên ewlehiyê re tê kirin, bêyî ku silametiya koçberan di ber çavan re bê girtin. Ew koçber bi çarenûsa wan re rû bi rû tên hiştin.

Ebdî got: "Vê dawiyê pêleke nû ya koçberiyê derdikeve. Bi taybet rêwîtiya Cezaîrê bi rêya Lîbyayê ku destûrê didin sûriyan û ji wir berê xwe didin beravên Spanyayê. Ruxmî xetereyên rê û barên madî jî, lê belê bi sedan koçberên Sûriyê berê xwe dan Cezaîrê, hinek ji wan bûn qurbaniyên derewên şebekeyên qaçaxçitiyê, hinekên din jî di deryayê de winda bûn.”

RÊVEBERIYA XWESER HIŞYARÎ DA

13ʹê Cotmeha borî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku ji torên bazirganiya bi mirovan hişyar bin, siyasetên bi armanca koçberkirinê teşhîr bikin û li hemberî wê bisekinin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku koçberiya plankirî bandoreke neyînî li siberoja gelan dike û ewlehiya civakê dixe xetereyê. Her wiha bang li welatiyan kir ku rola xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de bilîzin û bi pêş bixin.

Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li ber van siyaetan qanûna "Têkoşîna li dijî  qaçaxçîtiya mirovan" derxist ku ji 12 bendan pêk tê. Cezayê qaçaxçîtiya mirovan ji 3 sal heta 15 salan girtîgeh e û cezayekê diravî ji 15 milyon lîreyên Sûriyê heta 50 milyonan tê birîn.

‘KOÇBERÎ ALAVEKE ŞERÊ TAYBET E’

Koçberî alaveke şerê taybet ê li dijî gelan e. Têkildarî sedemên zêdebûna koçberiyê Ebdî got: "Sedemek girêdayî bêhêvîtiya sûriyan ji aştiyê û rawestandina şer e. Her wiha sedemên aborî û yên girêdayî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser e. Her wiha hêviya piraniya ciwanan ew e ku biçin Ewropayê, wisa xeyal dikin ku Ewropa bihûşt e û dê rihetiyê ji wan re peyda bike. Lê ev tişt ne her tim rast e. Pir kes texmîn dikin ku heke bigihêjin dewleteke ewropî dê pirsgirêkên wan bi dawî bibin û serê wan rihet bike. Ev tişt ne rast e."

Rojnamevan Mistefa Ebdî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rêyên qaçaxçîtiyê pir xeternak in û gelek torên qaçaxçîtiyê hene ku sûriyan dixapînin û got: "Divê hişyarî ji torên bazirganiya bi mirovan hebe û mijar bi baldarî were lêkolînkirin. Her wiha piraniya dewletên Yekitiya Ewropayê êdî di mijara pêşwazîkirina penaberan de gelekî hişk nêzîk dibin."

ANHA