​​​​​​​YPG’ê: Tu têkiliyên me bi Ehlam El Beşîr re tune ye

YPG`ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker bi şanoyeke plankirî ku AKP û Erdogan amade kiriye wesifand û got ti têkiliyên wê bi teqîna li Stenbolê nîn e.

​​​​​​​YPG’ê: Tu têkiliyên me bi Ehlam El Beşîr re tune ye
14 mijdar, 2022   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk a dagirker derewand in ku têkiliyên wê bi teqîna li Stenbolê hene.

Daxuyanî wiha ye:

“Duh teqîneke terorîst li cadeya Îstiqlalê ya Stenbolê rû da, di encamê de sivîl bûn qurban. Piştî bûyerê hikumeta AKP’ê û MHP`ê îdia kirin ku hêzên me ev teqîn pêk aniye û dest bi hûnandina senaryoyeke xeyalî û dûrî rastiyê kir.

Em bi temamî wan îdiayan derewîn red dikin, ti pêwendî û têkiliyên me bi berpirsa êrişa terorîst ya bi navê Ehlam El-Beşîr re tune ye.

Hemû cîhan dizane ku rêbaza hêzên me têkoşîn û parastina mafên gel û şerê li dijî terorê ye û her operasyonên ku sivîlan dikin hedef şermezar dikin.

Hêzên me di çarçoveya demokrasî, mafên jinan û mirovan, têkoşîna li dijî teror û dîktatoriyê de dixebitin.

Daxuyanî îdîa dike ku berpirsê êrişê Ehlam El-Beşîr a ji herêma Efrînê ye ku ji sala 2018`an ve hatiye dagirkirin û ji wê demê ve bi temamî ketiye bin bandora îstixbarata AKP`ê, MHP`ê û Heyet Tehrîr El Şam (El Qaîde) ber bi xaka Tirkiyê ve ji bo pêkanîna êrişê; piştrast dike ku ev lîstik ji aliyê hikumeta AKP û Erdogan ve hatiye amadekirin û qeyrana ku hikumeta Erdogan dijî, bi taybetî ji ber nêzîkbûna hilbijartinên sala bê.

Erdogan beriya ku biçe Endonezyayê ji bo beşdarî lûtkeya G20 bibe, hewl dide ku hincetekê bibîne da ku cîhanê razî bike û erêkirina navneteweyî ji bo destpêkirina êrişa li ser Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê werbigire, ev pêvajo dê di dema pêş de ji bo wî bibe karta jiyanê di hilbijartinan de.

Di demekê de ku jin di nava hêzên me de destkeftiyên lehengiyê di şerê li dijî terora DAIŞ’ê de pêk tînin û di bin bandora wê de bi dirûşma  Jin, Jiyan, Azadî" di şoreşa jinan a Îran, Efganîstan û cîhanê de jî bi awayekî zelal xuya dibe. Ev yek ji bo hikumeta Erdogan û AKP`ê bû xemeke eşkere û li ser azadiya gelan û aramiya Rojhilata Navîn, bi îftîra, derew û lîstikan ketin pey rizgarkirina berjewendiyên xwe yên şexsî.

Lê em ji gelê xwe û cîhanê re piştrast dikin ku em pabendî nirxên gel û şoreşa xwe ne û em ê her dem li dijî dîktatorî û terorê tê bikoşin.”