Li Qamişlo, merasîmên xiyabî ji 2 şehîdên gerîla re

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo beşdarî merasîmên xiyabî yên şehîd Zîn Doga û Amarkî Egîd bûn ku li Herêmên Parastina yên Medyayê şehîd bûne û destnîşan kirin ku şehîd di têkoşîn û fedakariyê de pêşengên wan in.

14 mijdar, 2022   14:46
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîmeke xiyabî ji gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Nûr Silêman (Zîn Doga) ku di 29'ê Gulana 2022'an de di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûye.

Konê sersaxiyê li pêşiya malê malbata şehîd a li taxa El Xelîc a Qamişlo hat vedan. Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên meclis û saziyên sivîl, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star li merasîmê hazir bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Îsam Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd Zîn û tevahî malbatên welatparêz re xwest.

Îbrahîm pesnê fedekarî û berxwedana HPG'ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê da.

Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk, HPG'ê bi tevahî cureyên çekên kîmyawî û qedexekirî dike armanc, da ku gelê Kurd tune bikin û vîna gelên berxwedêr bişkîne û têkçûna xwe ya leşkerî veşêre.

Îbrahîm destnîşan kir ku bi saya şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê berxwedana wan berdewam e, her wiha ew bûne sedem ku gelê Kurd û tevahî gelên herêmê heta niha hebe. Îbrahîm piştrast kir ku şoreşa ku pêşengên wê şehîd bin, tu carî têk naçe.

Endamê PYD`ê şaxê Qamişlo Ednan Ebû El Selîm axivî, bal kişand ser tecrîda li ser rêber û got: “Hîna dewleta Tirk a dagirker dijminatiya hemû mafên rewa yên gelan li Tirkiyê dike. Tecrîda li ser rêber Ocalan ferz kiriye, komployek li dijî çareseriya demokratîk a li Tirkiyê û herêmê ye.”

Ednan destnîşan kir ku dewleta Tirk rêya Osmaniyan dişopîne ku li ser qetilkirin û hovîtiyê ava bûye û bi rêya destwerdanê û derxistina tevliheviyê li dewletên derdorê, hemû sûcên xwe vedişêre.

Rêvebera Kongra Star a Qamişlo Xebat Beşîr bang li civata navneteweyî û aliyên peywendîdarê dosyayê Sûriyê kir ku rê li ber sûcên dewleta Tirk bigire ku hemû pîvanên mirovahî bin pê dike.

Rêvberiyê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Qamişlo Azad Qamişlo destnîşan kir ku berxwedana HPG'ê û hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê hemû êrişên dewleta Tirk têk bibe.

Di dawiya çalakiyê de, wesîqeya şehadeta Zîn Doga ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Robîn Şêxmûs ve hat xwendin û radestî malbata wê kir.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê îro merasîmeke xiyabî ji gerîlaya HPG`ê Buşra Obeyd Mihemed (Amarkî Şervan Egîd) re li pêşiya mala wê ya li navçeyê dar xist ku di 31'ê Gulana 2022'an li Zapê şehîd bû.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Zekî Îbrahîm pesnê berxwedana şehîdan da ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk nîşan didin.

Zekî Îbrahîm anî ziman ku şehîd û hevalên wê destanên lehengiyê nivisîn û soza şopandina rêya şehîdan da.

Rêveberê Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Xaliye Ehmed soza bilindkirina asta têkoşînê heta avakirina civakek azad û demokratîk, nû kir û wiha domand: “Di têkoşîn û fedakarî de şehîd pêşengên ne ne.”

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya QSD`ê ya Qamişlo Mihemed Zêdan îşaret bi hevgirtina pêkhateyan û rola wan di şikandina  êrişan de kir.

Hevserokê PYD'ê yê Tirbespiyê Silêman Hisên got: Divê gel ji siyasetên şerê taybet şiyar be ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê pêk tîne. Ji bo têkbirina planên dijminan şopdarên rêgez û felsefeya rêber Ocalan bin.  

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Husem El Şawî wiha axivî: “Gelên herêmê bi hevgirtin û yekitiya xwe peyamekê didin dewleta Tirk a dagirker ku ew li ser pêkanîna serkeftinê bi israr in.”

Paşê wesîqeya şehadeta Amarkî Egîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Merasîm bi berzkirina siloganên " Şehîd namirin" bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0JuFxtqJBW8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>