Şehîd Nagîhan Akarsel li Kantona Kobanê hat bibîranîn

Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê bi merasîmekê aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel bi bîr anî ku di 4’ê Cotmeha borî de li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bûye.

Şehîd Nagîhan Akarsel li Kantona Kobanê hat bibîranîn
14 mijdar, 2022   14:07
KOBANÊ

Bi dehan jin tev li merasîma bîranîna aktîvîst û akademîsyen Nagihan Akarsal bûn ku li Zanîngeha Kobanê hate lidarxistin. Di destpêka merasîmê de mûm li ber wêneya şehîd Nagîhan Akarsel hate pêxistin.

Piştre sinevîzyonek li ser jiyana şehîd Nagîhan û têkoşîna wê ya li dijî pergalên faşîst û hişmendiya baviksalarî hat pêşandan.

Merasîm bi berzkirina slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nagîhan Akarsel lêkoler, nivîskar û rojnamevan bû, di sala 1976’an de li gundê Xelîkan ê bajarokê Gulyazî yê bajarê Qonyayê ji dayik bûye. Ji bo rêxistinkirina jinan di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de kedeke mezin da û di 4’ê Cotmeha borî de li nêzî mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de ji aliyê istîxbarata Tirk ve şehîd bû.

(mh)

ANHA