Dewleta Tirk li ser navê yekî din ew 18 sal in girtiye

Desthilatên dagirkeriya Tirk, Silêman Şêxo bi îdiaya ku navê wî Mihemed Ehmed e ew 18 sal in ragirtiye û cezayê heta hetayê lê biriye. Dewleta Tirk nahêle ku malbat serdana kurê xwe bike û hemû belgeyên ku nasnameya Silêman Şêxo piştrast dikin, red dike.

Dewleta Tirk li ser navê yekî din ew 18 sal in girtiye
14 mijdar, 2022   00:15
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ

Mala ciwanê bi navê Silêman Şêxo yê ku zaroketiya xwe heta 17 saliyê tê de derbas kiriye, li gundê Donxiz Sexîr (Biçûk) e, bi 14 kîlometreyan li başûrê Kobanê ye.

Silêman ji bo kar berê xwe da bajarê Swêdayê yê li başûrê Sûriyê û piştî çend mehan lê xebatî agahiya malbatê jê qut bûn û piştre li Bakurê Kurdistanê derket ku di kolandina bîran de dixebite.

/kr/uploads/files/2022/11/13/190211_18-..-2.webp

Dema Silêman Şêxo bû 20 salî û di dema lêgerîna li kar li gundekî Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê di 2004′a de, li ser motorsiklêtekê hate girtin û bi navê Mihemed Ehmed di girtîgehekê de hate hiştin.

Silêman heta niha di girtîgehên dagirkeriya Tirk de ragirtî ye, anku 18 sal di ser ragirtina wî re bi tawana kiryarên tundiyê li dijî dewleta Tirk derbas bûne.

Berî çend rojan, ajansa Mîzopotamya ku li Bakurê Kurdistanê çalak e, peyamek ji Silêman Şêxo de, weşand. Tê de Şêxo dibêje tu kes li rastiyê guhdar nake û deweta Tirk ew bi zulmetî ragirtiye.

Silêman di peyama xwe de wiha dibêje: “Îdia kirin ku navê min Mihemed Ehmed e û cezaya heta hetayî li min birîn. Lê navê min Silêman Şêxo ye û 18 salan bi navê yekî din ragirtî me. Lê ji ber ku min bi zimanê tirkî nizanî, ez neçar kirime ku li ser hemû belgeyên li pêş min li navenda polîsan îmze bikin û cezayê muebed bi navê Mihemed Ehmed li min birîn."

Silêman di berdewama peyamê de wiha dibêje: “Di van 18 salan de ez li 6 girtîgehên cuda geriyam. Min gelek zehmetî kişandin. Ez fêrî nivîsandin û xwendina bi zimanê tirkî bûm da ku ez bikarim rewşa xwe vebêjim. Min hewl da rewşa xwe ji wezareta edaletê û saziyên din re vebêjim. Min name ji bo dadgehê, serdozgeriyê û saziyên din re şandin, lê bê fêde bûn, tu kesî li êşê min guhdar nekir.

Di sala 2020’an de min daxwaznameyek ji bo şaxê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Îzmîrê şand, piştre IHD’ê daxwazname ji Nivîsgeha Serdozgeriya Giştî ya li Sêrtê re şand û min di daxwaznameya xwe de lêpirsîn xwenst. Lê nivsîgehê biryar da ku pêwîst nake dozê bişopîne, bêyî lêpirsînê bike, li gotinên dadgehê û belgeyên fermî vegere ku navê min tê de ne Mihemed Ehmed e."

Ajansa me berê xwe da gundê Donxiz Sexîr û bi malbata Silêman Şêxo re hevpeyvînek çêkir, malbatê destnîşan kir ku hemû belge û wêne teqez dikin ku kurê wan ne Mihemed Ehmed e û wan gelek caran berê xwe da dewleta Tirk da ku rastiyê ji desthilata Tirk re bibêjin, lê wê hemû gotinên malbatê red kirin û rê li ber wê girtin.

Bavê Silêman, Îsmaîl Şêxo diyar kir ku kurê wî çek hilnegirtibû, ne jî karekî tundî kiribû, lê ew li ser rêya xwe ku li karekî debarê digeriya hat girtin û wiha got: "Kurê min di girtîgehên dewleta Tirk de rastiyê îşkenceyeke tund tê, heta xercên wî em ji vir dişînin û êdî ev yek li ser me barekî mezin e."

Li gorî malbatê, hevdîtina wan a dawî bi Silêman Şêxo re di 2010′an de bû, piştre desthilatên Tirkiyê hevdîtin bi hinceta navê malbatê û navê ragirtî ne wek hev in, red kirin.

Silêman Şêxo di 1984′an de li gundê Donxiza Sexîr ê Kobanê hate dinê. Ew birayê mezin ji 9 xortan û 3 keçan e û ji 23 salan ve tenê nîv saetê bi malbatê re civiya.

(mh)

ANHA