​​​​​​​Siyasetmedar: Bikaranîna çekên kîmyewî têkçûna dewleta Tirk a dagirker nîşan dide

Siyasetmedaran diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîla ber bi hilweşînê ve diçe û got bikaranîna çekên kîmyewî nîşana têkçûna wê ye.

​​​​​​​Siyasetmedar: Bikaranîna çekên kîmyewî têkçûna dewleta Tirk a dagirker nîşan dide
13 mijdar, 2022   01:40
HELEB – ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê xwe yê li dijî gerîla didomîne û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a 18’ê Cotmeha borî de hat ragihandin ku di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de 17 gerîlayên YJA Star û HPG’ê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûne. 

/kr/uploads/files/2022/11/12/192059_-.webp

Têkildarî mijarê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko û endamê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.D.K.S) Mistefa Horo ji ANHAʹyê re axivîn.

Emîn Elîko di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku êrişên hovane û yên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcê şer ê li dijî mirovahiyê ye.

Elîko wiha axivî: "Erdogan êrişên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li hundirê Tirkiyê jî zêde dike. Siyasetmedar, rojnamevan, parlamenter û çalakvanan digire. Herî dawî jî seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk Şebnem Fîncanci ya gotibû nişane hene ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne, girt."

‘PDK JI BO ŞERÊ LI DIJÎ GERÎLA XIZMETA DAGIRKERIYÊ DIKE’

Elîko di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDKʹê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û got: “PDKʹê xeta xiyanetê dimeşîne, xizmeta siyaseta dewleta Tirk a dagirker dike ya ku wê ji bo pêkanîna projeyên xwe yên dagirkeriyê, bi kar tîne. Îsbata herî berbiçav a vê yekê jî dest danî ser maskên parastinê yên ji çekên kîmyewî yên ku ji gerîlayan re dihatin şandin."

Emîn Elîko anî ziman ku Erdogan bi polîtîkaya xwe ya ku qeyranên Rojhilata Navîn kûrtir dike, bûye metirsiyeke rasteqîn li ser aştiya navxweyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk a dagirker piştî ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê têk çû, niha di nava îflaseke aborî, leşkerî û siyasî de ye. Tevî ku çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla bi kar anîn, lê li herêmê nekarî gavekê jî bi pêş ve biçe."

‘HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HEVKARÊN DAGIRKERIYA TIRK IN’

Elîko bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tik a dagirker ên li dijî hêzên gerîla şermezar kir û wiha got: "Ev bêdengî dikeve xizmeta dewleta Tirk a dagirker da ku hîn bêhtir sûcan li dijî mirovahiyê pêk bîne. Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe bûye hevkarê dagirkeriya Tirk di qetilkirina gelê Kurd, bi taybet hêzên gerîla de yên ku nûnertiya tevahî gelên Kurdistanê dikin."

Endamê Meclisa Giştî ya PYDʹê Emîn Elîko di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurdistanê û parêzvanên demokrasî û mirovahiyê kir ku li hember artêşa Tirk a dagirker bibin yek.

‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK A DAGIRKER E’

/kr/uploads/files/2022/11/12/192127_-.webp

Endamê P.D.K.S’ê Mistefa Horo jî bikaranîna çekên kîmyewîji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîlayan, şermezar kir. Horo wiha got: "Bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî hêzên gerîla, îflasa wê ya leşkerî, aborî û siyasî nîşan dide. Dewleta Tirk ev zêdeyî 40 salan e ku bi hemû hêza xwe ya leşkerî şerê gerîla û gelê Kurd dike, lê tevî ku NATO'yê piştgiriya wê dike jî wê nekarî hebûna gerîlayan li Kurdistanê tune bike."

Horo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tunekirina gerîla û dagirkirina axa Kurdistanê, li dijî gerîla şer dike. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna têk çû û derbên giran ji destên gerîlayan xwar, çekên kîmyewî bi kar anîn.

DESTÊ PDK'Ê DI ŞEHADETA 17 ŞERVANÊN GERÎLA DE HEYE

Horo îşaret bi beşdarbûna PDKʹê di şerê li dijî gerîlayan de kir û wiha pê de çû: "PDK'ê dest danî ser amûrên tenduristiyê yên ku wê bigihiştana hêzên gerîla da ku xwe ji çekên kîmyewî biparasta. Ji ber vê xiyanetê 17 gerîla şehîd bûn."

Mistefa Horo di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bidin gerîla û sûcên dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin.

(hs)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/D2-EugQKiVM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>