Çalakiyên roja duyemîn ên mîhrîcana Rojava ya çand û hunerê bi dawî bûn

Bi panelên diyalogê, şevbuhêrkên kurteçîrokan û pêşandana sînemayê çalakiyên roja duyemîn a 8′emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li Qamişloyê bi dawî bûn.

Çalakiyên roja duyemîn ên mîhrîcana Rojava ya çand û hunerê bi dawî bûn
12 mijdar, 2022   17:59
QAMIŞLO

Mîhrîcana 8′emîn a Rojava ya Çand û Hunerê li Qamişloyê di roja xwe ya duyemîn de saet 11.00′an sibehê bi semînera "Taybetmendiyên çanda Kurdi ya nûjen" hate vekirin. Semîner ji hêla Melvan Resûl ve hate dayîn.

/ar/uploads/files/2022/11/12/173449_img_6697.webp

Mîhrîcan heta saet 16.00′an bi panela "Rol û bandora xîtaba çandê li ser civaka Kurdî" ji hêla Welîd Colî ve dewam kir. Tê de Dr. Silêman Îlyas, Dr. Azad Elî û Dr.Ferîd Sadûn beşdar bûn. Di panelê de rewşa rewşenbîrê/a Kurd, xîtaba wî/ê ya çandî, bandora çanda Kurdî bi çandên gelên derdorê hatin nîqaşkiirin.

Dûre şevbuhêrkeke kurteçîrokî ji hêla nivîskar Qadir Egîd, Ednan Mistefa, Luqman Yûsif û Ciwanê Evdal ve hatin xwendin.

Çalakiyên roja duyemîn ên mîhrîcanê, bi pêşanda fîlmeke sînemayê bi sernava "Kena reş" ji hêla derhêner Dilcan Oso ve bi dawî bû. Ew kurtefîlm e tê de li ser çîroka civakî diaxive; zarok ji ber karê bavê xwe, di nava hevalên xwe de, rastî tacîziyekê tê.

Çalakiyên mîhrîcanê di 11′ê mehê de li navenda HRRK′ê ya Qamişloyê bi beşdariya 134 wêjevan, helbestvan, nivîskar û şêwekaran dest pê kir.

Dê mîhrîcan heta 20′ê Cotmehê dewam bike  û tê de gelek çalakî werin lidarxistin.

(fr)

ANHA