Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî da malbata şêx Himêdî El Hadî

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşîrên Ereb û Kurd, saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî sersaxî ji malbata şêx Himêdî Deham El Hadî  El Cerba re li gundê Til Elo yê Qamişloyê xwest.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî da malbata şêx Himêdî El Hadî
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî da malbata şêx Himêdî El Hadî
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî da malbata şêx Himêdî El Hadî
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî da malbata şêx Himêdî El Hadî
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî da malbata şêx Himêdî El Hadî
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî da malbata şêx Himêdî El Hadî
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî da malbata şêx Himêdî El Hadî
12 mijdar, 2022   14:38
QAMIŞLO

Ji saetên vê sibehê ve şêniyan berê xwe da qesra şêx Himêdî Deham a li gundê Til Eloy ê Girkê Legê ya Qamişlo ku sersaxiya malbata wî bixwazin.

Di merasîma sersaxiyê de, şandeyên ji Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, nûnerên ji meclisên qanûnsaz û rêveber, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Partiya Sûriya Pêşerojê, PYD, Yekitiya Parêzeran, Mala Êzidî, pêkhateyên ji Suryan, şêniyên Minbic û Reqayê, şandeyên ji Eşîrên Kurd û Ereb amade bûn.

Her wiha hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Hikmet Hebîbî axivî û wiha got: "Li ser Navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê em sersaxiyê ji êla Şemer û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin. Ji vî cihî de ku kombûna hemû sûrî û pêkhateyan bû, şêxî Himêdî ji bo xizmeta welat û pêkhateyan canê xwe da. Dema Rêveberiya Xweser hat damezrandin, ji kesên yekemîn ku beşdar bû û di çarçoveya Sûriyeke nenavendî xebitî, her tim hewl da çareyên neteweyî bi dest sûriyan be. Şêx Himêdî roleke girîng ji bo îstîqrara û ewlehiyê lîst."

Her wiha hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat jî wiha got: "Em sersaxiya ji Rêveberiya Xweser, malbatê şêx Himêdî û êla Şemer dixwazin. Em dibêjin me kesayeta welatparêz ku bi fikirê biratiya gelan, jiyana hevbeş, pirrengiya çandî bawer dikir winda kir. Em bawer in dê malbata wî li ser xeta şêx Himêdî li herêmê bimeşin."

(fr)

ANHA