Kongra Star a Helebê bernameya çalakiyên xwe yên 25′ê Mijdarê eşkere kirin

Kongra Star a Helebê civîneke berfireh ji nûnerên komîn, meclis û partiyên siyasî re li dar xist û tê de bernameyên çalakiyên 25′ê Mijdarê eşkere kirin.

Kongra Star a Helebê bernameya çalakiyên xwe yên 25′ê Mijdarê eşkere kirin
12 mijdar, 2022   14:29
HELEB

Bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" Kongra Star civîneke berfireh ji nûnerên komîn, meclis û partiyên siyasî li dar xistin, tê de bernameyên çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê Jinan a Cîhanê yên 25′ê Mijdarê eşkere kirin.

Civîn li hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate lidarxistin, her wiha piştî deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyonek li ser dîroka artêşbûna jinan hate pêşandan.

Dûre endama rêveber a Kongra Star Sebîhe Efrîn behsa destkeftiyên jinan bi diruşma "jin, jiyan, azadî"kir û got ew bi saya fedekariyên şehîdan û berxwedana jinan berfireh bû.

/ar/uploads/files/2022/11/12/132921_sbyhh-afryn.webp

Sebîhe wiha domand: "Dema jin xwe bi rêxistin bike û li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan perwerde bike, dikare mafên xwe bistîne."

Sebîhe bal kişand ser zihniyeta baviksalariyê ku tê wateya pêkanîna komkujî û talankirin û wiha pê de çû: "Ji civak, xweza, mirovahî, edalet û hezkirinê re wate nemaye, ger zihniyeta baviksalarî û rejîma dewletê hebe, ji ber her du li dijî çanda aştî û ewlehiyê ne."

/ar/uploads/files/2022/11/12/132905_rwshyn-mwsa.webp

Di dawiyê civînê de endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Roşîn Mûsa bernameyên çalakiyên Kongra Star a Helebê yên têkildarî 25′ê Mijdarê eşkere kirin.

Di bernameya çalakiyan de ku tê payîn di navbera 13 û 25′ê Mijdarê li dar bikevin de, civîneke berfireh li asta xeta Şehîd Gelhat ji hêla navenda Lêkolînên Jineolojiyê were lidarxistin, meşek ji mêran re were lidarxistin, semînerek li ser asta sê xetan (xeta rojava ya Şêxmeqsûd, xeta rojhilata ya Şêxmeqsûd û xeta Eşrefiyê) were dayn, werşeyeke xebatê ji hêla Meclisa Jinan a Sûriyê re li ser "Tundiya siyasî" were lidarxistin, sînevîzyonek li ser ata sê xetan were pêşandan, meşek di 25′ê Mijdarê de were organîzakirin.

Civîn bi diruşma "jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.

(fr)

ANHA