Rûspiyên eşîran: Em ê li hember êrişên dagirkeriyê amade bin

Rûspiyê eşîra El Milhim Mîzer El Giûd diyar kir ku pêkhateyên herêmê bi hemû mezheb û eşîrên xwe yên Ereb û Kurd ve, amade ne ku biçin eniyên şer û li dijî her hêzeke ku çavê xwe berdide herêmê, şer bikin, bi taybet li hember dewleta Tirk a dagirker.

Rûspiyên eşîran: Em ê li hember êrişên dagirkeriyê amade bin
10 mijdar, 2022   04:30
HESEKÊ

Rûspiyê eşîra El Milhim a qebîleya El Cibûr a ereb li Şedadê ya başûrê bajarê Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mîzer El Giûd, pesnê têkiliyên xurt ên di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. El Giûd ew wek têkiliyên baş û bi kok ên di dîrokê de bi nav kir ku şahidê vê hevgirtinê bûn.

El Giûd bal kişand ser hewldanên dewletên dagirker û di serî de yên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina hevgirtina heyî ya di navbera pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan de, bi taybet piştî şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an. El Giûd got ku encama vê hevgirtinê ragihandina projeya Rêveberiya Xweser bû û wiha lê zêde kir: "Piştî têkçûna dewleta Tirk a dagirker tevî ajandayên xwe di têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk de ku nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike, êrişên xwe yên bi rêya balafirên bêmirov ên biçek û çekên kîmyewî yên qedexekirî zêdetir kir. Her wiha ji bo têkbirina hevgirtina civakî û belavkirina teror û fitneyê, bi rêya şerê xwe yê taybet ê li dijî herêmê ajan û çete bi çek kir."

El Giûd diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina xaka xwe ji koletî û terorê, zêdetirî 12 hezar şehîd û bi hezaran birîndar dane. Tişta ku dihêle ew li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe ragirin, hevgirtina pêkhateyên herêmê ye ku li kêleka wê ne."

El Giûd wiha pê de çû: "Lihevkirineke mezin di navbera pêkhateyên herêmê de heye. Her wiha piştgiriyeke civakî ji bo yekitiya civakê û pergala Neteweya Demokratîk jî heye. Îsbata vê jî di nav Hêzên Sûriya Demokratîk de ku ji Ereb, Kurd, Çerkes, Suryan, Keldanî û hwd pêk tê, tê dîtin."

El Giûd bal kişand ser wê yekê ku pêkhateyên herêmê bi hemû mezheb û eşîrên xwe yên ereb û kurd ve, amade ne ku biçin eniyên şer û li dijî her hêzeke ku çavê xwe berdide herêmê, şer bike. Bi taybet jî li dijî dewelta Tirk a dagirker.

Rûspiyê eşîra El Milhim Mîzer El Giûd destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hay ji fitneyên li ser projeya demokratîk a ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl kiriye, heye. Her wiha li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga yekbûn û amadebaşiyê kir.

(hs)

ANHA