​​​​​​​Şêniyên Minbic rêgeza şerê gel ê şoreşgerî pêk tînin

Şêniyên Minbicê rêgeza şerê gel ê şoreşgerî pêk tînin û ji bo ku malbatên xwe ji topbaranên dewleta Tirk û çeteyan biparêzin, li rex malên xwe xendekan dikolin. Her wiha piştrast kir ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

​​​​​​​Şêniyên Minbic rêgeza şerê gel ê şoreşgerî pêk tînin
10 mijdar, 2022   03:45
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê sala 2016'an Cerablus dagir kir û gihaşt tixumên Minbic û gundewarên wê, şêniyên herêmên li eniyên şer bi herêmên dagirkirî re, ji bo xwe, malbat û mal û milkên xwe biparêzin rêgeza şerê gel ê şoreşgerî pêk tînin.

Bakur û rojavayê Minbic rojane bi çekên sivik, navîn û moşekan ji aliyê dewleta Tirk ve tê topbarankirin û di encamê de zirarên madî dighînin milkên welatiyan.

WERGERA RASTÎN A RÊGEZA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Di çarçoveya pêkanîna rast a rêgeza şerê gel ê şoreşgerî de ku Rêveberiya Xweser û meclisên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin di civakên de bidin rûniştandin, şêniyên bakur û rojavayê Minbicê ji bo xwe biparêzin xendekan dikolin.

Welatiyê bi navê Esad ku li gundê xwe yê li bakur rojavayê Minbicê dijî, diyar kir ku ew li hember hewldanên koçberkirinê ku dewleta Tirk pêk tîne, disekinin û li ser axê xwe li ber xwe didin.

Malbata Esad ji 10 kesan pêk tê, hemû bi îsrar in ku li malê bin û ji axa xwe dernekevin, ew tiştên ku dewleta Tirk hewl dide bi topbaranên xwe yê rojane pêk bîne, qebûl nakin.

Esad anî ziman ku ji dema dewleta Tirk gihaştiyê tixumên gund û herêmên wan, jiyana wan di xeteriyê de ye û wiha domand: “Hema bêje dewleta Tirk rojane gundên Minbicê topbaran dike. welatiyan rasterast dike hedef. Cudahiyê nake di navbera biçûk û mezinan de.”

BI RUHEKÎ KOMÎNEL TEVDIGERIN

Esad û malbata xwe û bi hevkariya şêniyên gund bi hemû rêbazan hewl didin ku li gundên xwe bimînin û ji tevahî êrişên ku jiyan û hebûna wan dixin xeteriyê, biparêzin. Ji ber wê, li rex malên xwe xendekan dikolin da ku di topbaranê de xwe tê de biparêzin.

Esad destnîşan kir ku di topbaranê de kolana xendekan çareseriya herî guncaw e ji bo parastina xelkê ji topbaranê û wiha pê de çû: “Li gund em li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî xendekan dikolin ku malan digihînin jêrzemînan da ku xwe ji topbaranê biparêzin.”

Esad, şêniyên herêmên sînor û yên li eniyên şer bi dewleta Tirk re teşwîq kir ku xendekan bikolin, ji ber ku xwe roleke mezin di parastina wan de dilîzin. Esad wiha got: “Ez her kesî teşwîq dikim ku xendekan bikolin, ji ber ku dê wan biparêze û dê bikarin li hember êrişan li ber xwe bidin."

(dm)

ANHA