​​​​​​​Di topbarana li ser Til Temirê de welatiyek birîndar bû

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Siker El Ihmêr ê navçeya Til Temirê de welatiyê bi navê Mihemed Şiblî (65) birîndar bû.

​​​​​​​Di topbarana li ser Til Temirê de welatiyek birîndar bû
9 mijdar, 2022   19:10
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyekî beşa tenduristiyê ji nexweşxaneya şehîd Lêgerîn a Til Temirê Mihemed Şiblî ji lingê xwe de birîndar bûye û rewşa wî niha baş e.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku gundê Siker El Ihmêr dîrokî ye û rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve tê hedefgirtin.

ANHA