​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê daye ber topan

Dewleta Tirk a dagirker gundên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê daye ber topan
9 mijdar, 2022   16:50
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewlet a Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tawîle, Til Tawîl, Til Cuma yên rojavayê navçeya Til Temirê, gundê Derdara, Ebûş, Mislte û gundê Şêx ê bakurê navçeyê, gundê Til Şenan ê asûr ê bakur rojhilatê navçeyê yê nêzî rêya M4 a di navbera Til Temir û Qamişlo de topbaran dikin.

Lê agahiyên der barê ziyanên topbaranê de nehatin bidestxistin.

ANHA