​​​​​​​Dagirkeriya Tirk qada hedefgirtina navçeya Til Temirê fireh kir

Dewleta Tirk a dagirker qada hedefgirtina navçeya Til Temirê fireh kir û gundên Um El Xêr û Til Qerebêt ê rojavayê navçeyê topbaran dike.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk qada hedefgirtina navçeya Til Temirê fireh kir
9 mijdar, 2022   17:03
HESEKÊ

Dagirkeriya Tirk gundên Tawîle, Til Tawîl, Til Cuma yên rojavayê Til Temirê û gundên Derdara, Ebûş, Mislte û Şêx ên bakurê navçeyê, gundê Til Şenan ê bakur rojhilatê navçeyê ku nêzî rêya M4 a di navbera Til Temir û Qamişlo de topbaran dikir.

Niha jî qada topbarana xwe fireh kir û gundên Um El Xêr û Qerebêt ên rojavayê Til Temirê daye ber topan.

ANHA