Şêniyên Qamişloyê şehîd Yûsif Gulo, neviyên wî û şehîd Enter bi bîr anîn

Bi sedan şêniyên Qamişloyê salvegera yekemîn a şehadeta kesayeta welatparêz Yûsif Gulo, neviyên wî û şehîd Enter li Qamişloyê bi bîr anîn.

Şêniyên Qamişloyê şehîd Yûsif Gulo, neviyên wî û şehîd Enter bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê şehîd Yûsif Gulo, neviyên wî û şehîd Enter bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê şehîd Yûsif Gulo, neviyên wî û şehîd Enter bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê şehîd Yûsif Gulo, neviyên wî û şehîd Enter bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê şehîd Yûsif Gulo, neviyên wî û şehîd Enter bi bîr anîn
9 mijdar, 2022   16:27
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê li pêş peykera şehîd Yûsif Gulo ya li rojavayê Qamişloyê di salvegera şehadeta wî ya yekemîn de kom bûn.

Li wir birayê şehîd Yûsif Gulo, Îbrahîm Gulo axivî û hemû şehîd tevgera rizgariya Kurdistanê bi bîr anîn û berxwedana rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê û berxwedana hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê silav kir.

Îbrahîm Gulo têkoşîna şehîd Yûsif Gulo di dirêjahiya 60 salî de pîroz kir û wiha got: "Şehîd di destpêka temenê xwe de tev li tevgera siyasî bû û piştî ronîkiirna têkoşîna PKK′ê li parçeyên Kurdistanê bi biryardariyekê tev li têkoşînê bû ku zulma li dijî gelê xwe û li dijî gelên bindest ku dewleta Tirk a dagirker li dijî wan pêk tîne rake. Ew sembola fedekariyê bû."

Guo wiha domand: "Hedefgirtina welatparêzan û êrişên hovane ku dewleta Tirk a faşîst pêk tîne berdewama qirkirina dîrokî ya li dijî gelan e. Lê tişta me diêşîne Yûsif bi rêya îxanet û ajantiyê şehîd bû. Ji lew re divê her welatiyek li gorî erk û berpirsiyariyên ku pêvajo ferz dike tev bigere û divê em têkoşînê li dijî van ajanan bi şev û roj bikin."

Îbrahîm Gulo wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a faşîst îdia dike ku ew di têkbirina tevgera azadiyê de bi ser ketiye, lê çalakiya fedaî ya şehîd Rûken û Sara nîşaneya mezin a derewandina wê ye. Em soz didin şehîd Yûsif Gulo û hemû şehîdan ku li ser rêça wan heta serkeftinê bimeşin."

Piştre beşdaran berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ku merasîma bîranînê ya Yûsif Gulo, Mihemed, Mezlûm û şehîd Enter li dar bixin. Li wir endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihemed Emîn behsa fedekariyên şehîdan kir û wiha got: "Qonaxa ku Kurdistan û Rojhilata Navîn tê re derbas dibe ji bo gelên wê pirs hestiyar e. Dewleta Tirk a faşîst asta êrişên xwe yên hovane zêde kirine."

Emîn wiha domand: "Divê em layiqî vê qonaxê û nirxa şehîdan derkevin. Erka me ye ku bi şev û roj bixebitin ku xayîn û ajanên ku alîkariya dijmin di planên wê de dikin têk bibin. Bila dijmin û xayîn xwe bizanin ku hedefgirtina wan û êrişên wan bi îsrara me nikarin."

Li aliyekî din jî Hevseroka Tevgera Civaka Demkratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed wiha got: "Em îro şehîd Enter ku sembola azadî û têkoşînê bû, şehîd Yûsif Gulo, Mihemed û Mezlûm bi bîr tînin."

Rûken wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên hovane de hemû rêbaz û çekên qirêj li dijî gelê Kurd bi kar tîne, da ku hêzên Kurdistanê yên ji 50 salî de ji bo azadî û demokrasiyê tê dikoşin têk bibe. Em soz didin şehîdan ku li ser rêça wan bin."

Li ser nave malbata Gulo Necah Gulo axivî û wiha got: "Apê Yûsif jiyana xwe di oxira doza gelê xwe de derbas kir û alîgirê doza jinan bû."

Necah wiha domand: "Em ê bi rêça ku apê Yûsif û hemû şehîdên azadiyê dane re wefedar bin."

Merasîm bi serdana ji gorên şehîdan re û diruşmên şehîd namirin, bemire îxanet û ajanan bi dawî bû.

Apê Yûsif Gule tevî du neviyên xwe Mezlûm û Mihemed Gulo ve di 9′ê Mijdara 2021′ê de li taxa Hîlaliyê ya rojavayê Qamişloyê di encama êrişa balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk de şehîd bûbûn.

(fr)