​​​​​​​Li Cizîrê ‘Komeleya Hespên Resen’ hate vekirin

Yekitiya Cotkaran ku di bin banê TEV-DEM′ê de ye, li Girkê Legê ya Qamişloyê ‘Komeleya Hespên Resen a Herêma Cizîrê’ vekir.

​​​​​​​Li Cizîrê ‘Komeleya Hespên Resen’ hate vekirin
9 mijdar, 2022   12:51
QAMIŞLO

Di merasîma vekirina endamên Komeleya Hespên Resen a Herêma Cizîrê de bi dehan rûspî û şêxên eşîran, Yekitiya Rewşenbîran a Girkê Legê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, desteyên aborî û çandiniyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisên Qanûnsaz û Rêveberî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê û hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) amade bûn.

Di merasîma vekirinê de hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso bal kişand ser êriş û siyasetên li dijî gelên herêmê ku wan ji mîras û çandên wan ên resen bi dûr bixin û wiha got: "Rejîmên desthilatdar hewl didin gelên herêmê ji mîras, çandê û nirxên wan bi dûr bixin da ku serweriya xwe li ser wan ferz bikin. Wê yekê bi rêya guhartina demografiya herêmê, talankirina dewlemendî, mîras û guhartina navên rasteqîn ên mîrasa gelên herêmê pêk tînin."

Hiso da zanîn ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirx û çandên hevpar ên li herêmê biparêzin.

Li aliyekî din jî endamê Dîwana Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ebdurehman Hesen vekirina komeleyê li xwediyên hespan pîroz kir û wiha got: "Dê vekirina vê komeleyê bibe rêxistinkirina pratîkî ya xwedîkirina hespan û cureyên wê yên resen. Ji ber ew li her cih û dem girîng in. Dê komele bibe xwedî roleke girîng di danasîna hespên resen û neslên wan de."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Biradost Mîtanî jî behsa taybetmendiyên hespên resen kir û got: "Hesp bi mirovan re wefadar in û bi hespên xwediyên xwe re aktîf dibin."

Endamê rêveber ê Komeleya Hespên Resen a Herêma Cizîrê Mihemed El Debo bixêrhatina beşdar û xwediyên hespên resen kir û îşaret bi armancên vekirina vê komeleyê kir û wiha got: "Komele hewl dide parastina mîrasa kevn a gelên herêmê di xwedîkirina hespan de bike."

Armanca komeleyê sinifandina cureyên hespên li herêmê û parastina mîrasa xwedîkirina hespan û pêşkêşkirina destekê ji xwediyên wan re ye.

(fr)

ANHA