​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Dagirkeriya Tirk hewl dide bi rêya El Nusrayê planên xwe mayînde bike

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ku tev li komxebata MSD`ê ya li Şehbayê bû û diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi rêya çeteyên El Nusrayê hewl dide siyasetên xwe li herêmê ferz bike. Ebdî got nêzîkbûna dewleta Tirk ji hikumeta Şamê re, nîşaneya îflaskirina planên wê ye.

​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Dagirkeriya Tirk hewl dide bi rêya El Nusrayê planên xwe mayînde bike
9 mijdar, 2022   12:35
ŞEHBA

Vê sibehê bi dirûşma "Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiyê û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re" li Hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê komxebatê dest pê kir. Komxebat ji aliyê MSD`ê ve hatiye organîzekirin û gelek siyasetmedar û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûne.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya Zoomê beşdarî komxebatê bû û bal kişand ser armancên serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê) li ser kantona Efrînê û nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re.

Mezlûm Ebdî got: "Di ser dagirkirina Efrînê re 4 sal derbas bûn. Di wê navberê de gelek geşedan li Sûriyê û nemaze li herêmên dagirkirî û Efrînê çêbûn. Dagirkeran hewl da hegemonyaya xwe li wan herêman mayînde bike. Lê belê bi berxwedana şêniyên Efrînê ku xwedî hêzeke ji pola bûn, ew siyaset bi bin ketin."

‘CEBHET EL NUSRA AMÛREKE NÛ YA PÊKANÎNA DAGIRKERIYÊ YE’

Ebdî wiha axaftina xwe domand: "Piştî ku dagirkeriya Tirk di ferzkirina siyaseta xwe de li Efrîna dagirkirî bi rêya çeteyan bi bin ket, plan kir ku wan siyasetan bi rêya derbaskirina çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a wan herêman re pêk bîne. Ji ber ku ev rêxistin dikare bi awayekî mezintir ajandeyên dagikeriyê pêk bîne. Dewleta dagirker xwest desthilateke navendî çêke da ku pêkanîna planên xwe hêsan bike.

Di demên dawîn de piştî ku rejîma Sûriyê û dagirkeriya Tirk nêzî hev bûn, hin komên çeteyan dît ku ev siyaset xizmeta wan nake. Ji lew re, li dijî wê nêzîkbûnê derketin. Dagirkeriyê bi rêya Heyet Tehrîr El Şam dersekê bide wan komên çeteyan û wan hişyar bike ku alternatîfa we heye, divê hûn guh bidin fermanên min û ji derveyî siyaseta min tev negerin."

Ebdî amaje pê kir ku divê gel bizane ku bûyerên vê dawiyê, guhertina cihên çeteyan e û got: "Ji ber ku dagirkeriyê dît çeteyên Heyet Tehrîr El Şam dikarin ajandeyên wê pêk bînin. Ji lew re ew bi çeteyên din guherandin, yên ku nikarîbûn li eniyan li dijî şervanên QSD`ê tu pêşketinê pêk bînin."

Ebdî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dagirkeriya Tirk îro planên xwe bi rêya rêxistina El Qaîdeyê ku Heyet Tehrîr El Şam nûnertiya wê dike, mayînde dike. Ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê jî alîkariyê jê dixwaze. Lê belê tiştê ku ji cîhanê re dixuye; ew şerê terorê dike. Ev tenê xapandina cîhanê ye, divê em teşhîr bikin. Efrîn ne tenê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, lê belê bi komployeke mezin ya ji aliyê hemû welatên cîhanê ve hat dagirkirin. Mijar ne tenê leşkerî bû."

Ebdî diyar kir ku têkbirina wê komployê dê bibe destpêka rizgarkirina Efrînê û wiha pê de çû: "Divê em şert û mercan ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk amade bikin. Ya herî girîng jî şert û mercên siyasî ne, şert û mercên me yên leşkerî hene, em xwedî hêz in ku bikarin ne tenê Efrînê lê belê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Mezlûm Ebdî banga teşhîrkirina sûcên dagirkeriya Tirk kir û got: "Tiştî ku divê niha em bikin, ew e ku em sûcên dagirkeriya Tirk teşhîr bikin, bi çalakiyan rabin da ku bandorê li hêz û aliyên herîmî û cîhanî bikin. Ji ber ku bûyerên dawîn li Efrînê, bingeha rizgarkirina wê ji dagirkeriya Tirk e, lê pêwîstî bi demê heye."

′PIŞTÎ BINKETINÊ DEWLETA TIRK HEWL DIDE XWE NÊZÎ HIKUMETA ŞAMÊ BIKE′

Li ser nêzîkbûna dagirkeriya Tirk bi hikumeta Şamê re, Ebdî ev tişt got: "Tişta herî xeternak ku herêm tê re derbas dibe, dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ye. Li hember jî wê jî nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re ye. Ev jî bi xwe re parçebûna di erkanên hikumeta Sûriyê de tîne. Her wiha dagirkeriya Tirk li wan herêman mayînde dike, ji ber ku tu bertek li hember wê dernakevin."

Ebdî wiha domand: "Siberoja Sûriyê ne bi nêzbûna bi dewleta Tirk re ye. Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û tev li xaka xwe bike mîna li Lîwa Îskenderûn kiriye. Siberoja Sûriyê ew e ku berjewendiyên hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser e û bi wê re îstîqrar û ewlehî serwer bibe."

′SIYASET GUHARÎN Û DEWLETA TIRK DI ÊRIŞÊN LI SER HERÊMÊ DE BI BIN KET′

Li ser êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê, fermandarê giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker beriya çend mehan hewl da êrişeke nû li ser herêmê pêk bîne. Minbic û Şehba di planên wê yên dagirkirinê de bûn û ev îdiaya Erdogan bû. Lê tiştê li diyar bû û guhartina rewşa siyasî nehişt ew van êrişan pêk bîne, ji ber wê destvala vegerî.

Ji ber erêkirina li ser êrişan wernegirt, lez kir ku tawîzan bide hikumeta Sûriyê û planên xwe çêkirin da ku QSD′ê û Rêveberiya Xweser lawaz bike, lê tu armanc pêk neanîn."

Ebdî bal kişand ser vê yekê ku hemû hêzên li ser erdê dizanin ku çareya yekane ya derketina ji vê krîzê û rizgarkirina herêman danîna mekanîzmayekê ji bo forma projeya Rêveberiya Xweser a li Sûriyê ye.

′GELÊN LI ŞEHBA, ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ RABER DIKIN′

Li ser berxwedana dîrokî ku gelê li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê raber dikin, Ebdî got: "Ruxmî dorpêça ku hikumeta Sûriyê ferz dike, lê şêniyên herêmê bi hemû rê û rêbazan li ber xwe didin. Em dizanin rewşên jiyanê pir zehmet in, lê berxwedana wan çareya stratejîk a rizgarkirina Efrînê ji destê çete û dagirkeriyê ye."

Ebdî wiha dewam kir: "Di nava planên me de sivikkirina azarên şêniyan jî heye, bi rêya nîqaşkirina çareseriyan bi hikumeta Sûriyê yan jî aliyên din re, da ku Rêveberiya Xweser xebatên xizmetguzariyê pêşkêş bike û rewşa jiyanî baş bike."

Tê payîn ku komxebat bi xwendin û nîqaşkirina beşa sêyemîn dewam bike. Her wiha tê payîn ku hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bi rêya Zoomê tev li komxebatê bibe.

ANHA