Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle Şêx oxir kir

Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê QSD′ê Ehmed Ugle Şêx ku di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Tirwaziyê yê bakurê Reqayê di 6′ê Mijdarê de şehîd bûbû, oxir kir.

Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle Şêx oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle Şêx oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle Şêx oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle Şêx oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle Şêx oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle Şêx oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle Şêx oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle Şêx oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle Şêx oxir kir
9 mijdar, 2022   11:38
HESEKÊ

Girseya gel ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ber bi goristana şehîdan a Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê ve bi rê ketin. Endamên saziyên leşkerî û sivîl ên navçeyê jî beşdarî merasima oxirkirinê bûn.

Li goristanê toraneke leşkerî hat pêşkêşkirin.

Piştre edama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehre El Ehmed sersaxê ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Bi berdewama têkoşîn û berxwedanê ji hêla welatiyên herêmê ve dê dagirker, çete û şaneyên veşartî bên têkbirin, em ê xaka xwe rizgar bikin, ewlehî û îstîqrarê li herêmê misoger bikin."

Zehre bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û li dora Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kom bibin da ku terorê bi hemû şêweyên wê têk bibin û xakên dagirkirî rizgar bikin.

Ji fermandarên QSD′ê Kazim Hesekê li ser berxwedana şehîdan û rola wan di parastina destkeftiyên gelê herêmê de axivî û wiha got: "Em çiqas li ser lehengiya şehîdan biaxivin em nikarin heqê wan bidinê. Lê bi rêya parastina destkeftiyan em ê bi fedakariyên wan re wefedar bin."

Kazim Hesekê soza da gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ew ê li ser şopa şehîdan bin, parastina xakê bikin, ewlehî û îstîqrarê li herêmê misoger bikin.

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebîr El Nezal wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir û şehîd li goristana Şedadê spart axê.

(fr)

ANHA