Di topbarana dagirkeriya Tirk de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû

Di topbarana li se gundê Ereb Xan ê başûrê navçeya Zirganê ya girêdayî kantona Hesekê de, endamekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Di topbarana dagirkeriya Tirk de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû
9 mijdar, 2022   08:21
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ereb Xan ê başûrê navçeyê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de endamekî hêzên hikumeta Şamê yê bi navê Xedîr Ednan birîndar bû û rakirin nexweşxaneyeke bajarê Hesekê.

Vê berbangê artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî gundên Um Heremlê yê li bakurê Zirganê û gundê Til Werd ê başûrê navçeyê bi çekên giran topbaran kiribû.

ANHA