Komxebata MSD’ê li Şehbayê dest pê kir

Li kantona Şehbayê bi dirûşma "Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiye û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re" komxebata MSD’ê dest pê kir.

Komxebata MSD’ê li Şehbayê dest pê kir
9 mijdar, 2022   08:50
ŞEHBA

Komxebat ji aliyê Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) ve tê organîzekirin û li Hola Şehîd Axîn Welat a Çand û Hunerê ya li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê dest pê kir.

Siyasetmedarên ji herêma Efrînê û bajarê Helebê û endamên yekitî û saziyên sivîl ên herêmê beşdarî komxebatê bûne.

Di komxebatê de dê 3 beşên sereke hebin; rastiya dewleta Tirk û terorîstên Heyet Tehrîr El Şam di aloziya Sûriyê de, bandorên nêzîkbûna Tirkiye-Sûriye bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re li ser rewşa Sûriyê û helwesta gelê Sûriyê û civaka navneteweyî li hember terorîstên Heyet Tehrîr El Şam.

Tê payîn ku fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bi rêya Zoomê beşdarî komxebatê bibin.

Di destpêka komxebatê de li ser dîroka avabûna Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê) û sûcên ku di aloziya Sûriyê de pêk anîne, her wiha li ser nêzîkbûna wê bi dagirkeriya Tirk re, sînevîzyonek hat nîşandan.

ANHA