Êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk di rojeva parlamentoya Îngilistanê de ne

Parlamenterên Îngilistanê Kim Johnson û Llyod Russel-Moyle êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê Medyayê anîn rojeva parlamentoyê.

Êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk di rojeva parlamentoya Îngilistanê de ne
9 mijdar, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Kim Johnson û LLyold Russel-Moyle di civîna parlementoyê de ji şêwirmendê parlamentoyê Leo Docherty yê ji mijarên karên derve, welatên Commonwealth û pêşketinê berpirsyar pirsî ka di vê meseleyê de bê ka dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne yan na, dê ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bixwaze lêpirsînekê bike yan na.

Leo Docherty bersiva pirsê da û diyar kir haya hikumeta Îngilistanê heye ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ‘fosfora spî’ bi kar tîne û got: “Lê delîlên yekser di destê me de tune ne ku van îdiayan piştrast bikin. Em li ser van îdiayan jî disekinin û em li ser fikra we ne ku girêdayî peymana çekên kîmyewî bin.”

Llyod Russell-Moyle jî diyar kir parlementerê CHP’ê yê opozîsyona Tirkiyê Sezgîn Tanrikulu gotiye “Min li dîmenê çekên kîmyewî temaşe kir. Çekên kîmyewî sûcên li dijî mirovahiyê ne. Ez ê sibê der barê van îdiayan de pirsnameyekê amade bikim.”

Llyod Russell-Moyle got: “Parlementerekî Tirkiyê diyar kiriye ku Tirkiye gaz bi kar aniye û ji ber ku ev tişt gotiye, der barê wî sûcdarî tê kirin ku piştgirî daye terorîzm û gotinên PKK’ê. Sezgîn Tanrikulu endamê partiya avakarê Tirkiyê anku endamê CHP’ê ye. Ew ne endamê partiyeke Kurdan e jî.”