'Dewleta Tirk bendên biryara 'Mafê Hêviyê' bin pê dike'

Hiqûqnas û endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Başûrê Kurdistanê Hekîm Ebdulkerîm, tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan wekî tecrîda siyasî û dermirovî bi nav kir û ne li gotî tu qanûn an jî urfan e û got: "Dewleta Tirk hemû peymanên navneteweyî û bendên biryara "Mafê Hêviyê" ya di destûra xwe de bin pê dike."

'Dewleta Tirk bendên biryara 'Mafê Hêviyê' bin pê dike'
9 mijdar, 2022   03:27
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1999'an ve, ji dema ku rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî dîl hatiye girtin de, qedexe dike ku tu qanûn ji bo wî bên bicihanîn. Ev qanûn veguherîne sîstemeke takekesî ku polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker a dîktator pêk tîne. Her wiha bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hevdîtina malbat û parêzeran bi rêber Ocalan re qedexe dike.

Têkildarî mijarê, hiqûqnas û endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Başûrê Kurdistanê Hekîm Ebdulkerîm wiha ji ajansa me re axivî: "Dewletên dagirker bandora fikrên rêber Abdullah Ocalan fêm kirin, di serî de nêrîna wî ya derbaskirina netewe-dewletê, birêvebirina siyaseta navneteweyî ya piştî xetimîna vê polîtîkayê, nekarîna wê di birêvebirina cîhanê de û berdewama nakokiyên neteweyî."

Ebdulkerîm destnîşan kir ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn ji nakokî û şerên heyî rizgar bibe bûn altarnatîfeke rasteqînî, ji wan jî doza Filistînî û wiha domand: "Wan veguhertinên fikrî yên rêber Abdullah Ocalan û pêşniyarkirina demokrasiya rasteqîn bi rêya federalî û neteweya demokratîk nas kirin."

 Di 30'ê Tebaxa borî de, rayedarên dewleta Tirk îtiraf kiribûn ku rêber Abdullah Ocalan ji "Mafê Hêviyê" hatiye bêparhiştin. Ev yek jî piştî girankirina tecrîdê ya 40 mehan li pey hev û qedexekirina hevdîtina wî bi parêzerên wî re, îsbatek din a binpêkirina wê ji qanûn û peymanên navneteweyî re ye.

Ebdulkerîm bal kişand ser girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û wiha pê de çû: "Tecrîda li ser rêber Ocalan li gorî hemû pîvanan, siyasî û dermirovî ye û ne li gorî tu qanûn û urfan e."

Têkildarî bêparhiştina rêber Abdullah Ocalan ji "Mafê Hêviyê" Ebdulkerîm wiha got: "Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bang li dewleta Tirk kiribû ku ji bo dayîna 'Mafê Hêviyê' tedbîrên qanûnî bigire û ji tacîz û kiryarên keyfî yên li ser rêber Ocalan dûr bikeve, lê rayedarên dewleta Tirk a dagirker hemû pîvanên navneteweyî û bendên biryara 'Mafê Hêviyê' di destûra dewleta Tirk de heyî, bi awayekî eşkere bin pê dike."

Naveroka biryara "Mafê Hêviyê" ya ku yekem car di sala 1977'an de li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Almanyayê hate bicihanîn, ew e ku cezayê muebed ji çarçoveya rastkirina şaştiyên girtî yan guhertina kesayetiya wî li gorî tiştê ku wî kirine derdikeve û nabe girtî were îşkencekirin an jî cezayên heqaretê li rûmeta wî bikin were ferzkirin. Ew jî li gorî madeya 3 ji peymana DMME′yê ye.

'AZADIYA RÊBERTÎ WÊ BIBE ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN'

Ebdulkerîm herî dawiyê, dewletên ku rola xwe di komployê de lîstine û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), der barê tecrîda girankirî ya ku rayedarên Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike û qedexeya hevdîtina wî bi parêzerên wî re, berpirs dîtin  Ebdulkerîm wiha got: "Pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û pêşkêşkirina fikrên wî, wê bibe çareseriya krîz û pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd li Tirkiyê."

CPT′ê beriya niha raporek weşandibû û tê de tekez kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Girtîgeha Îmraliyê, ne hiqûqî ne. Her wiha gelek sûcên ku li dijî rêber Ocalan hatine kirin, belge kirine. Lê tevî vê yekê jî, dewleta Tirk tecrîdê girantir dike û guh nade komîteyê.

(hs)

ANHA