227 parlamenterên Îranê xwest cezayê darvekirinê li dijî girtî û xwepêşandêran pêk were

227 parlementerên Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz ji desthilata dadwerî ya Îranê kir cezayê bi darvekirinê li ser xwepêşanderên têne girtin bi cih bîne. Li aliyê din Rêxistina Mafê Mirov a Îranê daxuyaniya parlementeran şermezar kir û diyar kir parlementer nûnerên desthilatê ne, ne nûnerên gel in.

227 parlamenterên Îranê xwest cezayê darvekirinê li dijî girtî û xwepêşandêran pêk were
8 mijdar, 2022   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

227 parlementerên Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş xwepêşandan û nerazîbûnên gel wek ‘Dijberê xweda’ bi nav kirin û daxwaz ji desthilata dadwerî ya Îranê kirin cezayê bi darvekirinê li ser xwepêşanderên hatine girtin de bicih bîne.

Piştî vê daxuyaniyê Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê Xulam Hisên Muhsinî daxwaz ji dadweran kir dosyaya xwepêşanderên hatine girtin bi lez bi encam bikin û ceza li wan bibirin.

Li aliyê din Rêveberê Rêxistina Mafê Mirov a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem, daxuyaniyek da û diyar kir nerazîbûn nîşandan mafê sereke yê gele. Kuştin û cezayê bi darvekirinê ji bo xwepêşanderan tawanek navdewletî ye. Muqedem got, kesên daxwaza bi darvekirina xwepêşanderan dikin, şirîkê vî tawanî ne û divê derbarê wan de lêpirsîn were destpêkirin.

Di xwepêşandanên ku ev 53 roj in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin de bi hezaran kes ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine girtin û ceza li wan hatiye birîn. Li gor agahiyan heta niha cezayê bi darvekirinê li 8 kesan hatiye birîn.