​​​​​​​Şandeyeke Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser serdana Îtaliya kir

Şandeyek ji Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhılatê Sûriyê serdana berpirsa tenduristiya cîhanê li herêma Tuscany a Îtaliyayê kir, da ku sîstema tenduristî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna ya sîstema Îtaliyayê diyar bikin.

​​​​​​​Şandeyeke Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser serdana Îtaliya kir
8 mijdar, 2022   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi vexwendineke fermî ji Wezareta Karên Derve ya Îtaliyayê ve, şandeyeke ji Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana berpirsa tenduristiya cîhanê li herêma Tuscany a Îtaliyayê kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa ku serkêşiya şandeya li Îtaliyayê kiriye, wiha got: "Ev serdan a yekemîn a Desteya Tenduristiyê ji dewletên Ewropayê re ye ku rewşa tenduristî li herêmê şîrove bike. Ev yek bi vexwendineke fermî ji hêla Wezareta Karên Derve ya Îtaliyayê pêk hat. Hevdîtin bi gelek berpirsên beşên tenduristiyê yên Îtaliyayê re pêk hat."

Ciwan Mistefa li ser kanala Rojava ev tişt got: "Hevdîtin bi berpirsa tenduristiya cîhanê li herêma Tuscany a Îtalaiyê re pêk hat. Di hevdîtinê de nîqaşên li ser pêşxistina rewşa tenduristî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser çawaniya pêkanîna tiştên heta niha ji reşnivîsa sîstema tenduristiyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin, hate nîqaşkirin."

Mistefa wiha domand: "Şandeya Îtaliyayê kêfxweşiya xwe ji tiştên reşnivîsa sîstema tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine anî ziman, her wiha amadekariya xwe ji bo piştgiriya vê projeyê nîşan da."

Mistefa wiha pê de çû: "Dê serdana çend rojan dewam bike û dê bi hevdîtin bi gelek berpirsan re pêk bê ku pirsgirêkên beşa tenduristiyê ku azarên wan dikişînin werin nîqaşkirin."

Mistefa diyar kir ku azarên Desteya Tenduristiyê yên nedan û standina fermî ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve yan jî ji hêla aliyên navneteweyî yên dîtir ku li Sûriyê dixebitin hate nîqaşkirin. Her wiha bal li ser gelek xalên sereke hatin kişandin ku mafên welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Dr. Ciwan Mistefa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dê serdana li gelek dewletên Ewropayê çêbe, da ku sîstema tenduristiyê ku layiqî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be were amadekirin û dê nîqaş li ser rewşa tenduristî û rêbazên destekdayîna ji herêmê re werin kirin."

(fr)

ANHA