​​​​​​​Kongra Star a Beyrûtê bi Komeleya Jinan a Filistînê re civiya

Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê bi Komeleya Jinan a Filistînê re civiya. Di civînê de sûcên tundiya li ser jinan ên li Lubnanê û rêbazên têkbirina tundiyê hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​Kongra Star a Beyrûtê bi Komeleya Jinan a Filistînê re civiya
8 mijdar, 2022   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê li Burc Beracine ya li Beyrûtê bi komeke jinên filistînî û sûrî yên di Komeleya Jinan a Filistînê de civiya.

Di hevdîtinê de behsa rewşên tundiya di civaka Lubnanê de û qanûnên NY′yê yên parastina jinan hate kirin.

Her wiha hate gotin ku divê jin bibin yek, rewşa xwe biguherin û di navendên biryardayînê de cih bigirin.

Di dawiya civînê de daxuyaniyeke hevbeş ji hêla endama Kongra Star Nesrîn Biro ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên tevgera rizgariya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, hate şermezarkirin.

Her wiha beşdaran diyar kir ku divê xebateke hevbeş ji bo sekna li hember astengî û xetereyên li dijî jinan bê kirin.

(fr)