​​​​​​​Li Şedadê belavkirina mazotê dewam dike

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Şedadê belavkirina mazotê li şêniyên navçeyê didomîne, ku hejmara malbatên ku mazot wergirtine 22 hezar ji eslê 23 hezar û 68 malbat e.

​​​​​​​Li Şedadê belavkirina mazotê dewam dike
8 mijdar, 2022   13:36
HESEKÊ

Komîteya Sotemeniyê di 15’ê Hezîrana borî de dest bi belavkirina mazotê li şêniyên Şedadê ya Hesekê kir. Heta niha mazot li 22 hezar malbat ji eslê 23 hezar û 68 malbatî hatiye belavkirin.

Komîte ji bo wergirtina kartên sotemeniyê xwestekên şêniyan pêşwaz dike, her wiha malbatên li herêmên başûrê Hesekê ku îsbat û belgeyên wan ên şexsî tune ji pêşwaz dike.

Der barê vê yekê, endamê Komîteya Sotemeniyê Ehmed El Dixêm got: “Belavkirina mazotê li şêniyan dewam dike, me li navçeyên Şedadê, Ebdan, Ebû Fas û Deşîşe dest bi belavkirinê kiriye ku hejmara malbatên tomarkirî gihîşt 23 hezar û 68 malbatî.”

El Dixêm destnîşan kir ku belavkirin li gor planên belavkirinê û komînên gund û bajaran, bi rê û pêk e û tê payîn ku berî Kanûnê belavkirin bi dawî bibe.

 (mh)

ANHA