Şêwirmendê wezîrê parastinê yê hikumeta Yemenê hate kuştin 

Şêwirmendê wezîrê parastinê yê Yemenê Mihemed El Ceradî di sûîqastekê de hate kuştin.

Şêwirmendê wezîrê parastinê yê hikumeta Yemenê hate kuştin 
8 mijdar, 2022   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sputnik a Rûsyayê ragihand ku çekdaran kemînek li ber  şêwirmendê wezîrê parastinê yê  Yemenê general Mihemed El Ceradî daniye û dema erebeya wî li herêma Rewda ya bakurê bajarê Maribê derbas dibû, hate gulebarankirin.

Çavkaniyan diyar kir ku di êrişê de El Ceradî û kesekî pê re hatin kuştin û êrişkar jî reviyan.

Saziyên leşkerî û ewlehiyê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Beriya vê bûyerê jî li bajarê Marib ê li rojhilatê Yemenê di depoyeke çekan a artêşa Yemenê de teqîn çêbûn. Di encama teqînan de 6 kes mirin û bi kêmanî 8 kes jî birîndar bûn.

Ev bûyer piştî zêdetirî mehekê ji bidawîbûna agirbesta di navbera hikumeta Yemenê û Hûsiyan de rû da. Agirbest 2ʹyê Cotmeha borî bi dawî bûbû.

Ji Îlona 2014ʹan ve koma Ensarellah a Husiyan piraniya parêzgehên navîn û bakurê Yemenê kontrol kirin. Di 26ʹê Adara 2015ʹan de bi serkêşiya Erebistana Siûdî koalîsyoneke ji bo piştgiriya artêşa Yemenê û vegerandina wan herêman hat avakirin.

Li gorî NYʹyê, di encamê şerê li Yemenê de heta dawiya 2021ʹan 377 hezar kes hatine kuştin, 126 milyar dolar zirar gihaşt aboriya Yemenê û ji sedî 80 gelê Yemenê hewcedarî alîkariyên mirovî ye.