Cenazeyên 10 penaberên li Cezaîrê xeniqîbûn îro digihêjin Beyrûtê

Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Lubnanê diyar kir ku cenazeyên 10 penaberên sûrî yên li Cezaîrê xeniqîbûn dê bigihêjin balafirgeha Beyrûtê. Tê payîn ku cenaze ber bi Sûriyê ve werin şandin.

Cenazeyên 10 penaberên li Cezaîrê xeniqîbûn îro digihêjin Beyrûtê
8 mijdar, 2022   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

18 kes ku 12 jê ji Sûriyê bûn, dema ku berê xwe dabû Ewropayê, li peravên Cezaîrê noqî avê bûbûn û xeniqîbûn.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê Ebduselam Ehmed diyar kir ku tê payîn ku 10 cenaze saet di 18:00ʹan de ji Dewhayê bigihêjin balafirgeha Beyrûtê. Her wiha da zanîn ku cenaze dê ji aliyê Xaça Sor a Lubnanê ve ji bo navenda Erîda ya sînor werin veguhastin û radestî Heyva Sor a Sûriyê werin kirin.

Li gorî agahiyan, ji kesên ku noqî avê bûn, 9 kes ji Kobanê ne û yek ji Laziqiyê ye.

Ebduselam Ehmed da zanîn ku hejmara penaberên Sûriyê yên li Cezaîrê xeniqîne 12 e, lê tenê 10 hatin şandin û yên din wê piştre werin şandin.

Navên penaberên xeniqîne, wiha ne: Cuma Ferhan Kilîl (28), Basil Ebdulqadir Îsa (28), Xelîl Elaedîn Silêman (25), Qehreman Mehmûd Dawud (32), Ehmed Mihemed Remo (41), Xelîl Şêx Nebî Mihemed (16), Rênas Muslim Omer (30), Bekir Mihemed Bozan (47), Bekirî Mihemed Elî (23) û Ehmed Zekeriya Ebû Zeyneb (31).

Kesên din ên ku cenazeyên wan hîna nehatine şandin: Mihemed Mehmûd Osman (50) û Rêber Bozan Ebdî (33).

ANHA