Konferansa Jinan a Navneteweyî rojeva bernameyeke taybet a ANHA`yê ye

Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê Rojîn Remo bi rêya bernameyeke taybet a ajansa me 2`yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî dinirxîne.

Konferansa Jinan a Navneteweyî rojeva bernameyeke taybet a ANHA`yê ye
8 mijdar, 2022   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku li seranserê cîhanê êrişên pergala kapîtalîst a baviksala yên li dijî jinan gihaştine lûtkeyê, bi dirûşma "Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê" di 5 û 6`ê Mijdarê de li paytexta Almanya Berlînê 2`yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî hat lidarxistin.

Konferansa ku Tevna Jin Siberojê Dihûnin organîze kiribû, bi sedan jinên ji 41 welatên cîhanê bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarê bûn.

Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê Rojîn Remo ku beşdarî xebatên konferansê bûbû, bi rêya bernameyek taybet a ANHA`yê rojevên sereke yên konferansê, girîngiya têkoşîna hevpar a jinan û ji bo têkbirina îdeolojiyia baviksalarî de sedsala 21`emîn de erkên dikevin ser milê jinan, dinirxîne.

Bername dê saet di 19:00`ê êvarê de li gorî dema Rojava tê weşandin. Hûn dikarin bernameyê li ser van lînkan bişopînin:

https://www.facebook.com/kuhawarnews

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

ANHA