Meclisa Çilaxayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Navçeya Çilaxa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Meclisa Çilaxayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
8 mijdar, 2022   11:19
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Çilaxa têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişîn kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên meclisê û malbatên şehîdan li ber avahiya meclisê hat xwendin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Navçeya Çilaxa Sîham Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst ji dehên salan ve şerê PKKʹê dike yê ku nûnertiya fikir û felsfeya biratiya gelan û jiyana hevbeş dike ya rêber Ocalan pêşkêş kiriye.

Her wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker me bi terorê tawnabar dike. Tê zanîn ku hemû kiryarên wê yên li herêmê, êrişên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Meydyayê û hedefkirina welatiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balefire şer ên bê mirov, piştrast dikin ku ew destkarê sereke yê terorê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku ewlehiya herêmê û projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Meclisa Navçeya Çilaxa bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku sînorekî ji hovîtiya dewleta Tirk re deynin, her wiha bang li Dadgeha Cezayan a Navneteweyî kir ku têkildarî çekên kîmyewî yên qedexekirî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne, tavilê lêpirsînekê vekin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Em di Meclisa Navçeya Çilaxa de bi hemû saziyên wê êrişên li ser sivîlan şermezar dikin û soz didin ku em ê xeta şehîdên xwe bişopînin, bi mafên xwe yên rewa ve girêdayî bin û li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî."

ANHA