Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Bilind

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Yusif Dawûd Milî û destnîşan kir ku ew piştgiriya berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin.

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Bilind
8 mijdar, 2022   11:55
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên partiyan tev li merasîma sersaxiyê ya gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Yusif Dawûd Milî (Bilind) bûn ku di 30`yê Hezîrana 2022`yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li taxa Salihiye ya Hesekê veda.

Di merasîmê de, ji endamên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê axivî û sersaxî da malbata şehîd Bilind.

Şoreş Hesekê destnîşan kir ku şehîd Bilind û hevalên wê rêgez û îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan şopand û li hember dagirkeriya Tirk û çekên wê yên kîmyewî berxwedaneke destanî nîşan da û şehîd bûn.

Her wiha endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Serêkaniyê Xelîl Moro jî got: “Tevî êrişên dagirkeriya Tirk ên li seranserî Kurdistanê jî vîn û îradeya gelên Kurdistanê yên azadîxwaz qels nebû. Gelên Kurdistanê amade ne li hember hemû êrişên li dijî gerîla li ber xwe bidin.”

Hevserokê meclisa navçeya bakur a Hesekê Remadan Fetah jî got gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bike û dê li rex gerîla bisekine û ev li axaftina xwe zêde kir: “Gerîla hebûna me ye û xeta parastina gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êriş dike da ku rêgeza parastinê têk bibe.”

Di merasîmê de endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û got: “PKK` parêzvanê gelên Rojhilata Navîn e. Li ser rêgeza biratiya gelan ava bûye. Ji ber wê ciwanên hemû pêkhateyên herêmê tev lê bûn. Şehîd û gerîlayên HPG`ê yên berxwedêr bûn çîrûska azadiyê. Lê dagirkeriya Tirk hewl dide bi van êrişan hêzên ku dixwazin azadiya gelên Rojhilata Navîn pêk bînin, tune bike.”

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan sînevîzyonek li ser şehîd Bilind nîşan da.

(şx)

ANHA