Projeya restorekirina pira nû ya Reqayê hat dsetpêkirin

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê destpêkirina projeya restorekirina pira nû ya Reqayê “Pira El Reşîd” ragihand. Tê payîn ku proje salekê dewam bike.

Projeya restorekirina pira nû ya Reqayê hat dsetpêkirin
7 mijdar, 2022   11:12
REQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1`ê Cotmehê de ragihandibû ku dê projeya restorekirina pira nû ya Reqayê bide destpêkirin. Îro, Şîrketa Moryas a piran û Desteyas Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê dest bi xebatên restorekirina pirê kir.

Li cihê restorekirinê, hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê Îlham El Mitlî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Piştî ku daîreya teknîkî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolînên pêwîst ji bo Pira El Reşîd (pira nû) ya li bajarê Reqayê bi dawî kir, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jînehê dest bi projeya restorekirina Pira El Reşîd dike. Di dema rizgarkirina Reqayê ji rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst de beşek ji pirê hatibû rûxandin.

Bi vê projeyê re, dê qerebalixa trafîkê kêm bibe, ku dê mesafeya di navbera bajarên Tebqa û Reqayê de kurt bike, bi taybet ji bo wesayîtên mezin û kamyonan.”

Li gorî daxuyaniyê, Pira El Reşîd li başûr rojavayê bajarê Reqayê dikeve, ew bajarê Reqa û gundewarê başûr ê li qiraxa Firatê wekî Kesrat û navçeya El Mansûra bi hev re girê bide. Ruxmî restorekirina pira kevn ku tevgera di navbera her du qiraxên Firatê de hêsan dike jî, lê belê wesayîtên mezin, kamyon û otombîl dikevin ser rêya mezreyan a li deriyê rojavayê Reqayê da ku bigihêjin Tebqa û rêya Helebê ji bo bajarên din ên Sûriyê bi kar tînin.

Di dewama daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi vê projeyê re, ev pirsgirêk hat çareserkirin û hem qerebalixa trafîkê, hem jî barên rêwîtiyê sivik bûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku restorekirina pir û rêyên navendî di plansaziya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê de bû da ku barê şaredariyan sivik bibe û hat gotin: “Tu piştgiriyeke ji hundir û derve, çi ji rêxistinan çi ji koalîsyonê nehat dayîn. Tenê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê projeyan fînanse dike.”

Li gorî daxuyaniyê, dê xebatên restorekirinê salekê dewam bikin.

ANHA