Li Hesekê merasima xiyabî ya şehîd Bilind

Îro li bajarê Hesekê Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo gerîlayê HPG`ê Yûsif Dawûd Milî (Bilind) merasima xiyabî li dar xist.

Li Hesekê merasima xiyabî ya şehîd Bilind
7 mijdar, 2022   11:29
 HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya li bakurê bajêr û tev li merasima xiyabî ya gerîlayê HPG`ê şehîd Bilind bûn. Şehîd Yûsif Milî (Bilind) di 30`yê Hezîrana 2022`yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

Malbata şehîd, endamên sazî û meclisên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê beşdarî merasimê bûn. Di merasimê de toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat pêşkêşkirin.

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Cemal El Ebdo axivî. El Ebdo diyar kir ku gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke bêhempa raber dikin û got: “Şervanên li çiyê ne tenê gelê Kurd, lê belê tevahî gelên Rojhilata Navîn diparêzin. Tenê wan şervanan berê xwe da Şengalê, li dijî DAIŞ`ê şer kirin û gelê êzidî rizgar kirin. Her wiha beşdarî şerên li Kobanê bûn. Ew parêzvanên welat in.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şivan Ebdo jî axivî û behsa êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha pê de çû: “Çiqas artêşa dagirker çekên kîmyewî bi kar bîne û sûcan pêk bîne jî, vîna şervanên li wan herêman nayê şikandin.”

Di dawiya merasimê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şehîd Yûsif Dawûd Milî di 19`ê Tebaxa 2009`an de tev li Hêzên Parastina Gel (HPG) bûye û di 30`ê Hezîrana 2022`yan de şehîd bû.

ANHA