Serhildana gelên Îranê bênavber didome

Serhildana bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 53’emîn de didome. Duh li gelek bajaran di navber çalakvanan û hêzên dewletê de şer derket.

Serhildana gelên Îranê bênavber didome
7 mijdar, 2022   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandên ku piştî qetilkirina ciwana Kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin pêl bi pêl berfireh dibin. Çalakiyên protestoyî di roja 53`yan de bênavber didomin.

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên dewletê gule li gel reşandin. Li gorî çavkaniyên herêmî herî kêm 35 kes birîndar bûne. Piştî ku xwendekarekî ji Merîwanê roja Şemiyê li Tehranê bi guleya polîsan hat kuştin, xwepêşandana li vî bajarî tundtir bûn. Di vîdyoyan de yên ku li ser medyaya dîjital hatin belavkirin, tê dîtin ku xelkê Merîwanê bi keviran li avahiyên fermî didin, rêyan digirin û sloganên li dijî rejîmê berz dikin. Bi şev rejîmê hêzeke din şand bajêr.

Li bajarên Sine, Seqiz û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin, li Bokanê jî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" meşek hat lidarxistin.

Li Sine ciwanan bi şev agir pêxistin û rê li trafîkê girtin.

Li bajarê Zahîdanê yê parêzgeha Sîstan-Belûçistanê komek xwendekarên jin bi dirûşma “Bimire dîktator” meşiyan.

Li bajarê Haş ê girêdayî Zahîdanê piştî nimêja înê bi hêzên dewletê re pevçûnên dijwar çêbû. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) 16 kes hatine qetilkirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand, hêzên rejîmê li ser xaniyan gule li gel reşandiye û herî kêm 10 kes hatine qetilkirin. Li gorî ÎHR'ê ji 30'ê Îlonê û vir ve herî kêm 118 kes li Zahîdanê hatine qetilkirin.

Li zanîngehên Tehran, Buşehr û Babolê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwendekarên Zanîngeha Babolê bariyerên di navbera xwendekarên jin û mêr ên li kafeteryayê de rakirin.

Li gorî rapora IHR'ê, ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 304 kes ku 41 ji wan zarok in, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

Koma Mucahîdên Gel ên ku li Îranê hêzeke mûxalif in diyar kir xwepêşandan li 216 bajaran belav bûne û derdora 530 kes hatine qetilkirin. Vê komê lîsteya navê 358 kesên hatine qetilkirin, weşand.

Rejîma Îranê jî bi deh hezaran kes destgîr kir, bi hezaran kes jî girt. Di nav wan de rojnamevan, parêzer, çalakvan, kesên navdar û parêzvanên mafên mirovan hene.

Agahî tên ku bi dehan çalakvan jî di rûniştinên çend deqîqeyan de cezayê darvekirinê li wan tê birîn.