QSD: Di êrişa li ser Qamişloyê de şervanekî me şehîd bû

QSDʹê ragihand ku di êrişa hewayî ya duh êvarî ya dewleta Tirk a dagirker a li Qamişloyê de şervanên wan Mîtan Şoreş şehîd bû û 2 sivîl birîndar bûn.

QSD: Di êrişa li ser Qamişloyê de şervanekî me şehîd bû
7 mijdar, 2022   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê têkildarî êrişa duh êvarî ya li ser rêya Hîzam a bajarê Qamişlo daxuyaniyek da û ragihand ku di êrişê de şervanekî wan bi navê Mîtan Şoreş şehîd bû û du hevalên wî yên sivîl birîndar bûn.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

ʹʹÊrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî cihên sivîlan û milkên wan berdewam dikin. Roja Yekşemê 6ʹê Mijdarê, di saetên êvarî de dema ku hevalekî me destûra bêhnvedana xw li mala xwe diborand û bi du hevalên xwe yên sivîl re digeriyan, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin hedefkirin.

Erebeya ku şervanê me Mîtan Şoreş û du hevalên wê tê de bûn, bû hedefa drone artêşa Tirk a dagirker. Di encamê de hevreyê me Mîtan şehîd bû û du welatiyên sivîl birîndar bûn."